Platforma Zimanê Kurdî şaxa xwe ya Ruhayê jî ava kir

Platforma Zimanê Kurdî şaxa xwe ya Ruhayê jî ava kir

.

A+A-

Rûpela Nû / Eva deme ku Platforma Zimanê Kurdî-PZK destpê kirîye li bajarên Kurdistanê şaxên xwe ava dike. Îro 9.12.2021 jî, bi beşdarîya hersê berdevkên PZKyê Şerefxan Cizîrî, Vahit ba û Zeyat Ceylan, rêvebirê navendî  yê  PZKyê  Sedat Dogan û rêvebirên Şaxa Ruhayê ya PZKyê xebatên PZKyê yên li Ruhayê hate destpêkirin.

Di civîna  damezrandina  Şaxa Ruhayê de Berdevkê PZKyê  Şerefxan Cizîrî  li ser karûbarên ku heta niha hatine kirnê û herwiha karên ava kirina PZKyê û prensîbên wê  axifî û zanyarîyan da.

Berdevkê  PZKyê Vahit Aba jî di kurte axaftina xwe de behsa girngîya "Çima PZK û çima ziman" kir.

Berdevkê  PZKyê Zeyat Ceylan jî axaftina xwe li ser "hatina cemhevbûna siyasetên kurdî û xebatên hevbeş" pêkanî.

Rêvebirê PZKyê  Sedat Dogan jî  liser gringîya ziman a di jîyanê de axafî.

PZK Ruha,  Bi beşdarîya nûnerên PAK, PSK, KKP, HDP, IHD,  ÖHD ,
Kürdi- Der û gelek revşenbirên Ruhayê hat avakirinê.

PZK Platforma Zimanê Kurdî heta niha li Mêrdîn, Batman, Semsûr, Ruha şaxên xwe hene.

Rûpela Nû

2-209.jpg3-200.jpg4-162.jpg1-194.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin