Piştî danîna qeyûman malperên hersê şaredariyên hatin girtin

Piştî danîna qeyûman malperên hersê şaredariyên hatin girtin

Piştî dûrxistina şaredariyên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve waliyên bajêr weke qeyûm hatin wezîfedarkirin, malperên fermî yên van şaredariyan jî hatin girtin.

A+A-

Piştî dûrxistina şaredariyên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve waliyên bajêr weke qeyûm hatin wezîfedarkirin, malperên fermî yên van şaredariyan jî hatin girtin.

 

Di Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wiha hatiye nivîsandin: “Niha malper di qonaxa nûkirinê de ye û di demeke herî nêzîk de dîsa dest bi weşanê dike.”

 

Li ser Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî hat gotin: “Di demeke nêzîk de em dê bi we re bin.”

 

Herwiha li ser Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tê gotin: “Niha li ser malperê xebat berdewam in û malper nû dibe, ji kerema xwe paşê serdan bikin.”

 

Ji aliyê din ve wêneyekî parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman û  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan  li ser hesabê fermî yê twittera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye belavkirin û jêr hatiye gotin: “Ji bo Mêrdîna me em dîsan li ser kar in.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin