Pilana Beşar Esed a li dijî Rojavayê Kurdistanê aşkere bû

Pilana Beşar Esed a li dijî Rojavayê Kurdistanê aşkere bû

Serkirdeyê Artêşa Azad Mistefa Sicrî plana metirsîdar a Serokê Sûriyê Beşar Esed dijî Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.

A+A-

Di rûpela xwe ya twitterê da Mistefa Sîcrî hewla Beşar Esed a rêkeftina ligel Qeter û Tirkiyê belav kiriye.

Mistefa Sîcrî amaje bi wê yekê kiriye ku Îran ji rêkeftina Qeter, Tirkiyê û Sûriyê nîgeran bûye lewre naxwaze Sûriye jî ligel wan welatan kar bike. Herwiha Esed li dijî Îmarat û Erebîstana Siûdiyê dixwaze xwe nêzîkî Qeterê bike.  

Sîcrî daye zanîn ku Beşar Esed bi rêya kanalên taybet peyameke taybet ji Tirkiyê re şandiye û di peyama wî de ev yek hene:

- Jinavbirina desthilatiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê

- Parastina sinorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê

- Bi dawîkirina şerê Efrînê ji aliyê Tirkiyê

-Parastina berjewendîyên aborîyên Tirkiyê

- Radestkirina wan kesên Tirkiye dixwaze û li Sûriyê ne

- Parastina berjewendîyen sitratîjîk yên Tirkiyê li nav Sûriyê

- Qerebûkirina kesukarî tevkujiya Reyhanlîyê

Di 11-5-2013an de 3 otomobêl li bajarokê Reyhanliyê yê Hatayê hatin teqandin û di encamê de 150 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Mistefa Sîcrî amaje bi wê yekê kiriye Beşar Esed soz daye Qeterê jî wê piştevaniya Îmarat û Erebîstana Siûdî ya li komên terorê aşkere bike û zanyariyan bide Qeterê.

Ligor Sicrî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyi Erdogan û Qeterê ev plana Beşar Esed red kirine û gotine wê kar bo wê yekê bikin ku divê Beşar Esed li ser Sûriyê nemîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin