Pêşnîyar ji bo YEyê: “Bila Tirkiye weke gef were pênasekirin”

Pêşnîyar ji bo YEyê: “Bila Tirkiye weke gef were pênasekirin”

.

A+A-

Du welatên ku endamê Yekitiya Ewropayê ne xwestiye ku li beşa gefên di Deryaspî de “bila navê Tirkiyeyê jî bi awayekî zelal were nivîsandin”

 

Belgeya bi navê “Pisûleya Stratejîk ya Bergiriya Ewrûpayê” ku ji aliye Konseya Pêwendiyên Derve û Josep Borrellî, Komîserê Bilind yê Yekitiya Ewropayê ve hatiye amadekirin di civîna hevpar ya wezîrên bergiriyê û yên karên derve yên YEyê de hatiye nîqaşkirin.

Li gorî nûçeya VOAyê wezîrên YEyê di civînê de bi erênî nêzîkî belgeya stratejik bûye ku wê di 5-10 salên bê de stratejiya bergiriyê ya YEyê diyar dike.

Lêbelê Polonya û Lîtvanyayê derbarê avabûna Artêşa Ewropayê de ku NATO û DYA germ nêzîk nabe 'dûreperêz' maye.

Du welatên ku endamê Yekitiya Ewropayê ye xwestiye ku li beşa gefên di Deryaspî de “bila navê Tirkiyeyê jî bi awayekî zelal were nivîsandin”

Dîplomatên Yekîtiya Ewropayê ji malpera nûçeyan a Euroactivê û gelek medyayê YEyê re axivîne û gotine, guherîna ku ji bo “mijara Deryaspî” tê xwestinYekîtiya têkildarî Tirkiyeyê ye.

Dîplomatan gotine, "Du welatan di bin sernavê gefa li DeryaSpî de xwestin Tirkiye weke hêmaneke ku gefê li ewlekariya Ewropayê dixwe, bi awayekî zelal were nivîsandin."

Hatiye diyarkirin her du welat jî Qibris û Yewnanîstan in. Di belgeya ku Borrell pêşkêş kiriye de, Rûsya û Çîn wekî welatên ku ewlehiya Ewropayê tehdît dikin e, di heman demê de navê Tirkiyeyê ku di Rojhilatê Deryaspî de ku bi Yewnanîstan û Fransayê re rû bi rû ye, bi awayekî eşkere wek tehdîd nehatiye nivîsandin.

Li gorî nûçeyên medya Rûman jî, Wezîrê Parastinê yê Qibrisê Haralambos Petrîdîs di civînê de bi xweserbûna stratejîk a Yekîtiya Ewropayê re bûye alî. Li gorî nûçeya rojnameya Fileleftherosê, Haralambos gotiye helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Qibrisê "gefê li berjewendiyên YEyê jî dixwe û divê bi vî rengî nêzîkatî li belgeye were kirin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin