Parêzerê Demîrtaş Daxuyanî Da

Parêzerê Demîrtaş Daxuyanî Da

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku derbarê berdana wî de heta niha zanyarîyek negihîştiye ber destê wan.

A+A-

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku derbarê berdana wî de heta niha zanyariyek negihiştiye ber destê wan.

Parêzerê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê, Selahttîn Demîrtaş, derbarê îdîayên berdana Demîrtaş de daxuyaniyek belav kir.

Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, ragihand ku heta niha derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş de, ti zanyariyek negihiştiye wan an jî malbata Demîrtaş.

Roja 2ê Îlonê Dadgeha 19an a Cezayên Giran a Enqerê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi ‘birêvebirina rêxistina terorê’ û ‘bangeşeya ji bo rêxistina terorê’ dihat tohmetbarkirin, biryara azadkirina Demîrtaş dabû.

Demîrtaş ku ji ber dosyayeke din, ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Edirneyê girtî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin