PAK:Armanca Dewleta Tirkîyeyê  dagirkerî û jenosîd e

PAK:Armanca Dewleta Tirkîyeyê dagirkerî û jenosîd e

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li ser êrîşa Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir: Ev êrîş xeterîyeke mezin e li ser paşaroja gelê me û welatê me.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Di daxuyanîyê de wiha tê gotin:

Dewleta Tirkîyeyê bi navê ‘Kanîya Aşitîyê’ êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Armanca Dewleta Tirkîyeyê  dagirkerî, qetlîam, guherandina demografîyayê, perçe kirina axa Rojavayê Kurdistanê ye, jenosîd e.

 

Ev êrîş xeterîyeke mezin e li ser paşaroja gelê me û welatê me.

 

Em vê êrîşê bi tu awayî qebûl nakin, şermezar dikin.

 

Divê TEVDEM, PYD,  ENKS û hemû alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê demildest bêne cem hev û li ser hişmendîya Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê sîyaset û nexşe rêyeke hevbeş tesbît bikin. Ji bo parastin û paşeroja  gelê me û welatê me,  gava yekem divê ev be.

 

Fransa û Îngîltere bangî Konseya Ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyî kirine da ku vê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê biaxivin. Ev gaveke erênî ye.Lê em dîsa bangî UN, Yekitîya Ewrûpa, Emerîka, Rûsya, Yekitîya Dewletên Ereban û hemû dewletên cîhanê dikin da ku bila van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê bidine rawestandin. Bila dinya nebe şirîkê vê êrîşa dagirker ku dixwaze jenosîda gelê Kurd pêk bîne.

 

Hemû partî û rêxistinên  Kurd û Kurdistanî yên li her çar parçeyên Kurdistanê divê bi helwesteke hevbeş li himberî vê êrîşa hovane rawestin. Roj roja yekgirtineke netewî û niştimanî ye.

 

Dewleta Tirkîyeyê jî divê bizanibe ku bi kuştin û dagir kirin û jenosîdan gelê Kurd jî  doza azadîya Kurdistanê jî ji holê ranabe. Demildest divê ev êrîş bêne rawestandin.

10.10.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin