PAK: Şoreşa Îlonê  Li Her Çar Alîyê Cîhanê  Ji Nû Ve Agirê Vejîna  Kurdayetîyê Pêxist

PAK: Şoreşa Îlonê Li Her Çar Alîyê Cîhanê Ji Nû Ve Agirê Vejîna Kurdayetîyê Pêxist

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li ser 58emîn salvegera Şoreşa îlonê daxuyaniyek belav kir

A+A-

Daxuyaniya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) wisa ye:

Îro  58emîn salvegera Şoreşa îlonê ye. Di 11yê îlona 1961ê de bi rêberatîya Mele Mustafa Barzanîyê nemir Partîya Demokrat a Kurdistan,gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî Dewleta Iraqê serî hilda.

Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û piştî ku Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş, bêdengî û  şikesteke mezin  xwe berda ser ezmanê   her çar perçeyên Kurdistanê .

Şoreşa îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr  û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.

Şoreşa Îlonê şoreşa her çar perçeyên Kurdistanê bû. Şoreşa îlonê  li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar alîyê cîhanê  ji nû ve agirê vejîna  Kurdayetîyê pêxist.

Piştî Şoreşa Îlonê 9 salan,  piştî serîhildana gelê me ya qehremanane,  Dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel Mele Mustafa Barzanîyê nemir rûne.

Roja 11.03.1970an Rêberatîya Şoreşa Başûrê Kurdistana(Partîya demokrat a Kurdistanê) û Dewleta Iraqê Peymana Otonomîyê  îmza kirin, ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomîyê,  ango sîstema xwe birêvebirinê hate damezrandin.

Em di 58emîn salvegera Şoreşa Îlonê de, bi hest û bîr  û bawerîyên xwe  yên netewî, niştimanî Şoreşa Îlonê weke şoreşa xwe dibînin û Mele Mustafa Barzanîyê nemir  û  hemû şehîd û kedkarên Şoreşa îlonê bi giramî bibîrtînin.

11.09.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin