PAK Şaxa Batmanê Salvegera Komara Kurdistanê (Mahabad) Bibîranî 

PAK Şaxa Batmanê Salvegera Komara Kurdistanê (Mahabad) Bibîranî 

.

A+A-

Di Salvegera 76emin damezrandina Komara Kurdistanê (Mahabad) bername li PAK şaxa Batmanê 22.01.2022 an katjimêr li 13.00 an destpêkir.

Di destpêkê de Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemirî bixêr hatin da bêşdervanan û got:

"Îro 76emin salvegera damezrandina Komara Kurdistanê(Mahabadê) ye. Lê hêj wekî kû duh qewimîbe zindî ye di hişê miletê Kurd de ye.Mahabad, bi hemî hêjayî û pîrozbûna xwe delala ber dilê her Kurdekî ye. Çi Kurdê ku hay ji vê destkeftî û rûmeta mezin çêbûbe, li ber ezamet û mezinahîya Pêşawa heyran maye. Bûye heyran û dildarê bûka nazenîn Mahabada Kurdistanê.

Lê bextê Kurdistanê bi hibra reş hatibû nivîsandin li ser rûpelên dîroka bêyom...Bextê felekê careke din rû badabû û gelê Kurd bi qedera xwe re rû bi rû mabûn...

Lê Kurd dîsa ji wê xweliyê vejiyan û ew ala Pêşawa çikandibû dîsa hejandin li banê gerdûnê...Hesret û daxwaza Xanî, piştî sê sed tiştek salî pêk dihat û kurê Mahabadê Barzanî ew al li asoyê felekê dihejîne...

Sê ezîzên gelê Kurd û sê sembolên pîroz: Mahabad, Pêşawa, Barzanî...

Mehabad: Bû hêlîna zindîbûn û nûvejînê... bû nîşan û şîara serhildan û serbilindiyê...

Pêşawa: Bû rêberê doza kurdayetiyê û şîarê serxwebûna dîn û welat...

Barzanî: Bû şîara berxwedan û têkoşînê, îstîqrar û îstiqlalê, bawerî û serxwebûnê...

Em bi hemî hestên xwe yên kurdistanî ji dil û can diqîrin: Hûn her bijîn seydayên hêja, hûn bijîn rêberên mezin, hûn bijîn ezîzên ber dila! Û tu her payidar bî di dilan de ey Mahabada pîroz!*** Em bi munasebeta salvegera vê bûyera pîroz şehîd û rêberên xwe bi minnet û şukran bibîr tînin û rêzên li ber wan digirin... "

Pêre rêz hate girtin Û siruda Neteweyî (EyReqib )hat xwendin.

Paşî Aziz Özdemîrî daxuyanîya PAKê xwend:

"Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatibû îlan kirin serbilindîya hemû Kurdistanîyên cihanê ye

Komara Kurdistanê bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 76 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê hate îlan kirin.Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.

Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin."

Bi berdewamîya daxuyanîyê de;

"Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin."

Di dawîya daxuyanîyê de "Pêşewa Qazî Mihemed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike:

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Belê, pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadîya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be."

Paşî belgefilmek bi navê "Komara Kurdistanê Mahabad) hat temaşekirin.

Bername bi pirs û bersivan berhemdar bi dawî bû.22.01.2022

Şaxa Batmanê Ya PAKê

4-172.jpg5-128.jpg1-208.jpg3-216.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin