PAK Şaxa Batmanê Di 95. Salvegera Destpêke Serhildana Tevgera Kurd (Şêx Seîd) A 1925an Bibîranî

PAK Şaxa Batmanê Di 95. Salvegera Destpêke Serhildana Tevgera Kurd (Şêx Seîd) A 1925an Bibîranî

13.02.2020 an de saet 13.00an li Şaxa Batmanê ya PAKê bi minasebeta Serhidana Tevgera Kurd -1925 bi serokatîya Şêx Seîd, bi seminerekê hat bibîranîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - 13.02.2020 an de saet 13.00an li Şaxa Batmanê ya PAKê bi minasebeta Serhidana Tevgera Kurd -1925 bi serokatîya Şêx Seîd, bi seminerekê hat bibîranîn.     

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Ozdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şêx Seîd Xalid Begê Cibrî ,Yusuf Zîya Beg û hevalên wan rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin. Piştî rêzgirtinê Aziz Ozdemir got:

"Tevgera Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd Efendî di roja 13.02.1925 an de destpê bû. Amadekarê Tevgera Kurd a 1925 an Teşkîlata Azadîyê ye, ku Serokê wê Xalid Begê Cibrî bû. Teşkîlata Azadîyê amedekarîya xwe dikir ku 21 ê adarê Newroza 1925 an de, li Bakurê Kurdistanê serhildanekê destpê bike.

Dewleta Tirkîyeyê, jibo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de ewilî Yusuf  Ziya Beg ê ku  yek ji rêvebirê  Tevgera Azadîyê bû girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de jî Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên Kurdan şandin Hefsa Bedlîsê.

Dewleta Tirkîyeyê jibo ku bikaribe amadekarîyên serîhildanê pûç bike, beravêtî bike; lêxebitî ku serîhildanê bê amadeyî û ji wexta xwe zûtir bide destpê kirin.

Di roja 13yê Sibata 1925an de di demeke ku Şêx Seîd  efendî  tê Pîranê, leşkerên Dewleta Tirkîyeyê dora wê mala ku Şêx Seîd û hevalên xwe lê dimînin digirin û provokasyonekê çêdikin.

Ev jî dibe sebep ku şerekî mezin li wê derê derkeve û serîhildana Şêx Seîd bi vî rengî, ji wexta ku hatibû plan kirin zûtir û bi bê amadeyî destpê dibe.

Hêzên Kurdan di roja 21ê Adar a 1925an de dora Dîyarbekirê girtin. Lê mixabin ew hêzên Kurdan yên ku ketibûn nav bajarê Dîyarbekirê şikesteke mezin xwarin û mecbûr man ku ji nav bajêr derkevin.

Di roja 14yê Nîsana 1925an de Milazim Qasim (Binbaşi Qasim) ê hevlingê Şêx Seîd, Şêx Seîd û hevalên wî, li ser Pira Abdurahman Paşa ya ku li ser Çemê Mûradê ye, xistin  kemînekê û li wê derê Şêx Seîd  û hevalên wî teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin.

Di eynî rojê de, li gorî biryara Dîwana Herbê ya Dewleta Tirkîyeyê, di roja 14yê Nîsana 1925an de, Dewleta Tirkîyeyê li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg kuştin. Xalid Begê Cibrî hate gulebaran kirin; Yusuf Ziya Beg jî hate darve kirin.

Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqe di derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de, di roja 28ê Hezîrana 1925an de biryara darve kirinê da. Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê li Qada Derîyê Çîyayî (Dağ Kapı Meydanı), di roja 29ê Hezîrana 1925an de, ji nîvê şevê şûnda, di navbera seet: 01.00 heta 06.00an de,  li ber çavên xelkê ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê  ve bi taybetî li wê Qadê hetibûn komkirin, li Amedê hatin darve kirin.

Serîhildan û Tevgera Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd efendî, nîşan û sembola rûmet û hebûna miletê Kurd bû, nîşana daxwaza azadîyê ya gelê Kurdistanê bû.

Şêx Seîd efendî  serokekî netewî, olî û civakî yê miletê Kurd bû.Ew agirê ku Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û hevalên wan  jibo azadîyê pêxistibûn netemirî û natemire.

Di 95emîn salvegera destpêka serîhildanê de em Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û û hemû rêvebir û beşdarên serîhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin."

 Piştî axaftina Ozdemîr, Melle Îmadeddin  Yetiz li ser Serhidana Tevgere Kurd de dîtin û ramanê xwe anî ziman, ji bo şehîdên Kurdistanê dua xwendin û  Helbestek ku wî nivîsî bu "Li Ser Hereketa Azadî û qehremanên Kurdistanê” xwend.

Paşî Dengbêj Salihê Qubînî kilama ku li ser Şêx Seîd hatîye gotin bi navê “Mîrê min " sitirî.

Bername bi belgefilmeke "Dîroka Tevgera Azadî û Şêx Seîd” bi awayekî berhemdar bi dawî bu.

13.02.2020

PAK Şaxa Batmanê

 

1-068.jpg

3-076.jpg

4-062.jpg

5-052.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin