PAK-EWROPAyê ji bo Kampanyaya îmzeyan ya ji bo Ziwanê Kurdî banga piştgiriye kir

PAK-EWROPAyê ji bo Kampanyaya îmzeyan ya ji bo Ziwanê Kurdî banga piştgiriye kir

PAK-EWROPA: EM HEMÛ KURDISTANIYÊN DIASPORAYÊ DAWETÎ XWEDÎLÊDERKETINA KAMPANYA ZIMANÊ KURDÎ DIKIN

A+A-

"Platforma Zimanê Kurdî û Tora Zimanê Kurdî roja 16ê sibatê bi daxuyaniyeke çapemenî, kampanya xwedîlêdetketina zimanê Kurdî, diyar kirin. Kampanya bi munasebeta Roja Zimanê Zikmakî, di 22ê yê sibatê de dest pê bike.

Di daxuyanîyê de armanca kampanyayê weha tê diyarkirin: ”Em bi pêşengiya ‘Platforma Zimanê Kurdî’ û ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ kampanyaya îmzayê ya “bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” didin destpêkirin. Wek di daxuyanîyê de jî tê diyarkirin, herçiqas ev daxuyanî li ser navê du platforman destpê dike jî, xwedîyê kampanyayê hemû Kurdistanî ne, hemû kesên ku dixwazin zimanê Kurdî Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê resmî û bibe zimanê perwerdeyê, ne.

Ev tevgera zimanê Kurdî ku li Diyarbekir roja 22ê mehê destpê dike, mezintirîn çalakîya ji bo zimanê Kurdî ku heta nuha hatîye kirin. Ji bo ev tevger hîn mezintir bibe, ev pêl bighê seranserê dinyayê, gelek kar dikeve ser milê me kurdên li diasporayê. Divê em Kurdistanîyên her sê perçeyên din, yên Ewropa, Sovyeta kevn, Amerîka, Kanada, Lubnanê jî têkevin tevgerê. Herçiqas corona rê li ber çalakiyên fizîkî berdigre jî, bi taybetî li ser platformên dîjîtal em dikarin xwe bighînin bi sed hezaran hemwelatiyên xwe û dostên xwe yên biyanî jî.

Em wek PAK-Ewropa bangî hemû federasyon, komele, dezgehên Kurdistanê li diasporayê, HEVKARÎ'yên li Ewropa û hevalbendên partî û rêxistinên siyasî dikin ku herkes xwe xwedîyê vê kampanyayê bibîne û însiyatîf bigre, pêla îmzeyan berfirehtir û mezintir bike. Em ji bo organîzekirin û rêvebirina kampanyayê, amade ne bi her dezgeh û rêxistinê re merkezî an mehelî kar bikin.

Zimanê zikmakî nasnameye kesayetîyê ye!

Zimanê zikmakî mafê her kesî ye û mafê herî mirovî ye!

Zimanê zikmakî ji bo Kurdistana Bakur şikestina destpêka nijadperestîyê û nîrê kolonyalîzmê ye!"

PAK-EWROPA
Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa
22.02.2021

 

BITÎKNE: Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê

BITÎNKE: PAK: Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin

BITÎKNE: Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin