Ozçelikî: Encamên rîferandomê di dîroka Kurdistanê de rûpelekî nû û taybet vekirîye

Ozçelikî: Encamên rîferandomê di dîroka Kurdistanê de rûpelekî nû û taybet vekirîye

Serokê Partîya Azadîya kurdistanê (PAK), Mustafa Ozçelîkî di derbarê Referandûma Serxwebûnê ya 25ê îlona 2017an hevpeyvînek da PDK Înfoyê

A+A-

Li ser navê PDK İnfo yê Rêzdar Karwan Baedrî, di derbarê Referandûma Serxwebûnê ya 25ê îlona 2017an de li gel Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik hevpeyvînek pêk anî.Em vê hevpeyvînê pêşkêşî we dikin.

 

Bi hatina 2yem salvegera rîferandomê tu wek sîyasetmedarekî diyarê kurd çi dê bêjî?

 

Mustafa Ozçelik:Referandûma Serxwebûnê di roja 25ê îlona 2017an de li dar ket. Ji ber ku Bexdayê bi planeke stratejîk, gav bi gav Destûra Federalî ya Iraqê binpê kir, bi cîh neanî, Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê mecbûr ma ku biryara referandûmê bistîne da ku ji bo paşeroja Kurdistanê raya gelê xwe bizanibe.. Referandûm di bin zextên nerazîbûnê yên dewletên mezin, dewletên Rojhilata Navîn û hin alîyên navxweyî li dar ket. Lê li gel van hemû zext û tehdît û planên aşkere û veşartî jî, ji %72yê gelê Başûrê Kurdistanê çûn ser sindoqê û ji %93yê wan jî ji serxwebûnê re gotin ‘Belê’. Encamên referandûma serxwebûnê, nîşana barxwedan,biryardarî û yekgirtineke netewî, niştimanî bû. Bi taybetî jî ew rêjeya ku li Kerkûk û Şingal û navçeyên din yên Kurdistanî ku weke resmî ne bi Hikûmeta Herema Kurdistanê ve girêdayî bûn, cîhê serbilindîyê û şanazîyê bû.Gelê Başûrê Kurdistanê, ji sîyaseta Bexdayê re, ji binpê kirina Destera Federalî re, ji neheqîyên ku li gelê Başûrê Kurdistanê tê kirin re got ‘na’ û got êdî bes; em naxwazin bi rengî berdewam bikin.

 

Di 25ê îlona 2017an de gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî demokratîk, îradeya xwe ya meşrû pêşkêşî cîhanê kirin. Berîya referandûmê gelek dewlet û hêz û kesan digotin, ‘Em nizanin gelê Başûrê Kurdistanê çi dixwaze. Em nizanin gelê Kerkûkê û gelê di çerçoweya madeya 140î de ne çi dixwazin’. Encamên referandûmê bêyî teredut bersîva van pirsan da.Ew dewlet û xêrnexwazên ku li dijî referandûmê derdiketin, ji encamên referanûmê aciz bûn û di roja 16yê cotmeha 2017an de bi dagirkirina Kerkûkê û ji %50yê axa Başûrê Kurdistanê xwestin gelê Başûrê Kurdistanê ceza bikin.Ev rûreşîya dewletên mezin, rûreşîya dewletên herêmê û rûreşîya hêzên navxweyî yên rê ji vê dagir kirinê re vekiribûn e. Dagir kirina Kerkûkê, tune hesibandina îradeya gelê Kerkûkê û tune hesibandina îradeya hemû gelê Başûrê Kurdistanê bû. Ji ber ku gel bi awayekî demokratîk, însanî û meşrû îradeya xwe dîyar kirîye hate ceza kirin; ev nayê qebûl kirin. Di eslê xwe de plana Bexdayê û hevalbendên wê ew bû ku hemû destkeftîyên Federalî yên Herêma Kurdistanê ji holê rakin; lê bi berxwedana pêşmergeyên Kurdistanê ya li Pirdê, Sihêla û Zûmarê, ev plana qirêj têk çû.

 

Rîferandom rojeka çawa bû bo gelê Kurd?

 

Mustafa Ozçelik:25ê Îlona 2017an rojeke dîrokî ye. Di diroka Kurdistanê de care yekem bû ku gelê Kurdistanê bi awayekî demokratîk ji bo paşeroja xwe îradeya xwe nîşan dida. Ji ber vê rastîyê jî şêweyê li dar ketina referandûmê û encamên wê di dîroka Kurdistanê e rûpelekî nû û taybet vekirîye. Herweha gelê Kurd û Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê bi hest û bîr û bawerîyeke netewî û niştimanî piştgirîya referandûmê û piştgirîya ‘Belê’ ya referandûmê kirin. Vê yekê jî di dîroka Kurdistanê rûpelekî nû vekirîye. Di dîroka Kurdistanê de gelek caran hemû Kurdên cîhanê li hevdu xwedî derketine. Lê li her alîyê cîhanê, asta lê xwedî derketina gelê Kurd û Kurdistanê ya ji bo referandûma serxwebûnê helwest û îradeyeke dîrokî bû.

 

Di roja rîferandomê da gelê Kurd dikarî çî bigehîne Cîhanê?

 

Mustafa Ozçelik: Dewletên cîhanê û yên herêmê ji referandûmê jî, ji encamên wê jî nerazî bûn. Lê piştî dagirkirina Kerkûkê, Rêvebirîya Herêma Kurdistanê sîyaseteke aqilane meşand. Planên xêrnexwazan yên têk birina destkeftîyên fedralî , bi berxwedana pêşmerge û bi sîyaseta Rêvebirîya Herêma Kurdistanê şikest xwar, têk çû. Dewletên cîhanê nuha mecbûr mane ku zextê li ser Bexdayê bikin da ku Destûra Federalî ya Iraqê bi hemû madeyên xwe bi cîh bîne. Tu rêyeke ji Bexdayê re jî, ji Dewletên Cîhanê re jî nemaye:Yan dê ev Destûra Iraqê ya heyî bicîh bibe, yan jî dê îradeya gelê Kurdistanê ya di 25ê îlona 2017an de dîyar bibû bê qebûl kirin. Îro destê Kurdan pir xurt e. Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastin û geş kirina destkeftîyên heyî, ji bo bi cîh anîna Destûra Federalî ya Iraqê, ji bo bicîh anîna madeya 140î, ji bo qebûl kirina jenosîda Kurdên Êzidî dengê xwe bigihînin cîhanê. Divê di qada navnetewî de dîplomasîyeke pir alî, berfireh, zanistî, xurt û bi planeke stratejîk bê meşandin.Ji bo vê jî yekgirtineke netewî û niştimanî destpêka her tiştî ye.Kurd yekgirtî bin dê li himberî Bexdayê jî, li himberî Dewletên Cîhanê û Herêmê jî destê wan dê xurtir be.

 

Pêdivîye gelê Kurd çawa piştevanîya serxwebûnê bike?

 

Mustafa Ozçelik: Bi cîh anîna encama referandûma serxwebûnê, ji ber ku ne bes di destê Kurdan de ye, dikare karekî pêvajoya pêş de be. Lê gelê Başûrê Kurdistanê , Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê rêzê li encamên referandûma serxwebûnê bigirin., lê xwedî derkevin.

 

Lê xwedî derketina îradeya referandûma serxwebûnê, ji lê xwedî derketina destkeftîyên heyî ve dest pê dibe. Xebat û îradeya bi cîh anîna Destûra Federalî ya Iraqê hûnandina bingeha îradeya serxwebûnê ye.

 

Çareser kirina pirsgirêkên aborî, civakî û baş kirina rewşa jiyana gelê Kurdistanê, bicîh anîna edaleta civakî; bi bernameyeke taybet çareser kirina pirsgirêkên xuşk û birayên me yên Êzidî û baş kirina rewşa wan, destpêka piştevanîya îradeya serxwebûnê ye.

 

Çarser kirina pirsgirêkên sîyasî, eskerî,îdarî yên Herêma Kurdistanê; xurt kirin û hûnandina dezgehên mayînde yên dewletbûnê destpêka piştevanîya îradeya serxwebûnê ye.

 

Li ser esasê hişmendîyeke netewî û niştimanî , organîze kirin û pêk anîna perwerdeyeke nûjen, modern û zanistî destpêka piştevanîya îradeya serxwebûnê ye.

 

Pêşde birin û ava kirina sîstem û dezgehên zîreet, tûrîzm, sinaî û weberhênana Kurdistanê destpêka piştevanîya îradeya serxwebûnê ye.

 

Yekgiritina hêzên pêşmerge, hêzên ewlekarîyê û aborîya niştimanî; yekgirtin û tifaqa hemû partîyên sîyasî ya li ser bernameyeke netewî û niştimanî destpêka piştevanîya îradeya serxwebûnê ye.

 

Pêşdebirina demokrasî, azadî, mafê mirovan, rêz lê girtina li gelê Kurdistanê, xweşbînî, parastin û li hev xwedî deketina civakî destpêka piştevanîya îradeya serxwebûnê ye.

 

Lê xwedî derketin, piştgirî û dîyaloga li gel Kurd û Kurdistanîyên li perçeyên din ên Kurdistanê û li welatên cîhanê de dijîn, hûnandina koordînasyoneke di nav hemû Kurdên cîhanê de, destpêka piştevanîya îradeya serxwebûnê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin