Ozçelîk, Serokê Giştî yê HAK-PARê  Epozdemîr pîroz kir

Ozçelîk, Serokê Giştî yê HAK-PARê Epozdemîr pîroz kir

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, ji ber hilbijartina Serokê Giştî yê Partîya Heq û Azadîyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr bi peyamekê pîroz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik ji ber hilbijartina Serokê Giştî yê Partîya Heq û Azadîyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr bi peyamekê pîroz kir.

 

Di peyama xwe de Ozçelîk wiha got:

 

 

“Birêz Latif Epözdemir

Serokê Giştî yê HAK-PARê

 

Serokê Birêz

 

Di pêvaojeke ku miletê me û welatê me di rojên zehmet û hesas de derbas dibin, HAKPARê Kongreya xwe ya 8em li dar xist û cenabê we jî weke Serokê Giştî yê HAKPARê hat  hilbijartin. HAK-PAR di doza azadîya welatê me de, cîhekî xwe yê girîng heye. Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, ji ber hilbijartina cenabê we ya ji bo Serokatîya HAK-PARê, cenabê we pîroz dikim. Di wê bawerîyê de me ku cenabê we  ji bo hevkarî û tifaqeke berfireh ya netewî û demokratîk dê gavên pêwîst bavêjin. Bi vê bawerîyê,  serkeftinê ji cenabê we re dixwazim.

 

Li gel rêzên xwe

 

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin