OXIR BÊ 2021 - BIXÊRHATÎ 2022

OXIR BÊ 2021 - BIXÊRHATÎ 2022

.

A+A-

                                                                                   

Wek hemî qad û demên jîyanê, sala bihûrtî jî bi  (+)  û (-), hêvî  û bêhêvîtî anjî pesimîzîm û optimîzîm li gel hev û paralêlî hev jîyana û weha jî bûyîya tarîxa me û ya însanetîyê. Û evan tiștan wê hindik-gelek, kêm-zêde vê sala nû jî, bi daxawe,  wê wehabin. Ma tenê bo me wehaya ? Na xêr, li hemî deran û bo her kesî wehaya! Eger em bi awakîdin bêjin, weha karêt bêt gotin; ev qanûna jîyanêye/qanûna tabîatêye.  LÊ, bê goman li hinek deran û bo hinek kesan (+) bêhtirin û li hinek deran û bo hinek kesan jî  karêt  (-)  bêhtirbin. Û evan tiștan hem bo ferdan wehaya û hemjî bo grub û gelan wehaye.

Eger ez mîsalek bidim, rewșa bakurî welatême wê mîsaleke rastbe li gor dîtin û bawerîyamin: li wir bi dehhezaran kesênme di girtîgehên tirkandene, zarok û malbatên wan girtîyan feqîr û perîșanin. Mafê merovan, daxwazî û hêvîyên demokrasîyê têt perçiqandin û sîstema dîktatorîyê hemwelatîyan bêçarakirine û wan gelekî șepirze dike -  ev par wehabû û bi daxawe îsaljî wehaya û belkî jî îsal ji par hê grantir û xerabtir jî  bibe.

Rewșa rojhelatî welatême tijbehé rewșa bakurî Kurdistan. Li wir jî kurdan digrin, dikûjin û di girtîgehên xwe de xortên me bi darvedikin û wê weha jî  her berdewambê.Li vir dîktatorîya bi șașikana, li bakur dîktatorîya yên bi qerewatane ú li derekedin ya bi amblemên eskerana. Ev tișt weha nîșanî me dide: zilm, zordarî, barbarî krîterên rejîmên dîktatorîyanana û evan krîteran, bi daxawe,  li her alîyên Kurdistanê hene.

Li bașûrî welatême tiștên herî  (+)  parlamento û hûkûmeta me li ser kar-  û xebatên xwe aktîv dișuxûlin û bo hûzûr û  xweșîya Kurdistanê di tekoșin – ev cihê serbilindî û pîrozbayîyêye. LÊ, her  metirsîyên mezin hem par hebûn û hemjî  îsal hene û her berdewamin jî. Ne tenê îslamîstên barbar, gelek kesên ji  sîyasetmedarên șîe û sûnîyên Bagdad na xwazin made 140 bêt tedbîqkirin – heta hișkere dibêjin ku ewan ji wê madeyên poșîman jî bûna ku hatîye qabûlkirin. Bagdad wê vê sîyaset û qelpezengîya xwe di 2022 an de jí her berdewamké, lê dîalog û dîplomasîya Hewlêr her atmosferê nermtir û belkî jî baștir dike. Bê goman ev perspektîv wê ciqas dem û dewran aktuelbe em nizanin – bi hêvîyên ku hinek PLAN  û HEDEFÊN(anjî agendake) berpirsîyarîya bașûr hebin.

Di sala 2021 an de li rojava, bi daxawe (-) gelekbûn: îtîfak çênebûn, asayîșa rojava kesén ne ji wan di girtin, hundadikirin, haqaret li muxalefeta xwe dikirin, bûroyê Rûdaw taxrîpdikirin û bi milyonan em kurdêndin bêhêvîdikirin. Hêvîyênme û daxwazîyênme ji berprsîyarîya rojava ewe ku demokrasîyê berferehtir- û di vê sala 2022 an de kurd û kurdistantîye geștirbikin. Eger ewan wa nekin, wê zarok û nevîyên wan û em hemî kurdêndin wê rojeke wan protestobikin, ji kirinên wan hîç û hîç ne serbilindbin û tam zitê wê emê ji firaze- û netîcên wan șermbikin û fedîkarbin.

Bi hêvîyên ku 2022 jîyana kurdperweran û Kurdistanê hinekîdin xweștirbike.

2022.01.01

Nuri Aldur   

 

  

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin