Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin

Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin

.

A+A-

Osman Şiban ê ji helîkoptêr hatibû avêtin, di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de hat binçavkirin. 

 
Osman Şiban ê di 11'ê îlona 2020'an de li çoltera di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de li gel Servet Tûrgût ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin.  Şiban di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de hat binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê de tê birêvebirin polîsan vê sibehê bi ser mala Şiban a li taxa Guneş a girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê de girtin. Piştî serdegirtinê Şiban hat binçavkirin û ew bi ambulansê ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê. 
 
Hat zanîn ku ji bo kontrola tenduristiya Şiban were kirin li benda kombûna şandeya tenduristiyê ne. Osman Şiban li malê dihat tedawîkirin. 
 
Hat ragihandin ku dê piştî kontrola tenduristiyê ya li Mêrsînê Şiban bibin Wanê.
 
Osman Şiban û Servet Tûrgût di 11’ê îloana 2020’an de ji helîkopterê hatibûn avêtin û bi îşkenceyê re rûbirû mabûn. Servet Tûrgût ê li nexweşxaneya Wanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Şiban jî ji bo tedawiyê biribûn mala wî ya li Mêrsînê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin