NY: Li ser axa Filistînê cî û warên Cihûyan "binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

NY: Li ser axa Filistînê cî û warên Cihûyan "binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dubare kirîye ku li ser axa Filistînê hebûna cî û warên Cihûyan "binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."

A+A-

Navenda Nûçeyan- Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dubare kirîye ku li ser axa Filistînê hebûna cî û warên Cihûyan "binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."

Rupert Colvilleyê Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NYê li Ofîsa Cenevreyê ya NYê di daxuyanîya çapemenîyê ya heftane da der heqê biryara Amerîkayê ya ji bona cî û warên Cihûyan da destnîşan kir ku hebûna cî û warên Cihûyan "binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."

Biryara Amerîkayê ya ji bona cî û warên Cihûyan

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo duh bi şev destnîşan kiribû li Şerîaya Rojava cî û warên Cihûyan êdî wek dereqanûnî qebûl nakin.

Pompeo destnîşan kiribû ku wek rêvebirîya Donald Trump li Şerîaya Rojava der barê cî û warên Cihûyan da polîtîkaya dema Barack Obama guhertine.

Mîke Pompeo dîyar kiribû ku rêvebirîya Jimmy Carterê Serokê Amerîkayê yê 39emîn sala 1978an da diparast ku cî û warên Îsraîlê dijî hiqûqa navneteweyî ne, lê rêvebirîya Ronald Reaganê Serokê Amerîkayê yê 40emîn dijî vê derdiket.

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin