NY Hişyarî Dide ku Jîyana Julian Assange Ketiye Metirsîyê

NY Hişyarî Dide ku Jîyana Julian Assange Ketiye Metirsîyê

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jîyana damêzrenerê Wikileaksê Julian Assange jiber şertên giran ketiye metirsîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Raportorê Taybet yê Êşkence yê NY’ê Nils Melzer bang li Brîtanya kir ku rewşên girtîbûnê yên Assange baştir bike.

Wî da zanîn ku Brîtanya mafên girtîyan nade Assange û ew dorpêçkirî ye û di bin zextan de ye.

Nils Melzer di meha Gulanê de serdana Assange kiribû û şertên giran yên Assange şermezar kiribû.

Assange li Girtîgeha Belmarsh dimîne ku li Brîtanya girtîgeha bi şertên herî dijwar e.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin