
NY: “Aşiya Kovid-19 ê neçûye 130 dewletan”
.
A+A-
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku aşiya tê hilberandin bi awayekî adilane nayê belavkirin û weha got:
“ %75 aşiyên Kovid-19 ê tenê li 10 welatan tên bikaranîn lê heya niha yek dozekî aşi neçûye zêdetirê 130 dewletan.”
Guterres di civîna li ser pandemiyê û xwegihandina aşiyan de axifî û got ku eger vîrus weka agirê li daristanan belav dibe, eger ev dewam bike, wê her wext xwe biguherîne, bêhtir ji mirovan bigihê mirovan û dê kujertir be.
Guterres got ku pêdiviya dinyayê bi belavkirin û plankirina belavkirina aşiyê li seranserê dinyayê heye û eger di vê hefteyê de di civîna G7an de çavkaniyên darayî jî bixin nava tevgerê, wê bêhtir fêde çêbibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin