Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Swêdê: Me nîgeraniyên Kurdan ji Ann Linde re ragihand

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Swêdê: Me nîgeraniyên Kurdan ji Ann Linde re ragihand

.

A+A-

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Qadir diyar kir ku di hevdîtinek bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lindê re pêk anîne û got “Me nîgeraniyên diyasporaya Kurd ragihand.”

Tirkiye bi Swêd û Fînlandê re di berdêla endamtiya wan a bo NATOyê de; peymaneke bi hin sozên nû yên derbarê PKK û PYDê de îmze kirin û li gorî wê, Swêd û Fînlandiyayê PKK wek "rêxistina terorîst" erê kirin û soz dan ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê nedin PYD û YPGê.

Herwiha piştî vê rêkeftinê, Tirkiyê daxwaza radestkirina 33 kesên ku piraniya wan kurd in, ji Swêd û Fînlandê kir.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ku li welatê xwe ji ber peymana ku bi Tirkiyeyê re îmze kiribûn hate rexnekirin gotibû “Me serê xwe li ber Erdogan netewand. Heta ku delîlên çalakiyên terorîstî nebin em ê razî nebin ku kesekî radest bikin. Ti sedem nîne ku Kurd fikra wê yekê bikin ku mafên wan ên mirovî an mafên wan ên demokratîk di xetereyê de ne.

Civîna Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Qadir û Linde

Piştî van geşedanan, Nûnerê Herêma Kurdistanê yê SwêdêŞoreş Kadir û şanda pê re bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde re civiyan.

Şoreş Qadir di derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir û tê de dibêje “Me bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde re hevdîtineke demkî pêk anî. Me li ser mijarên berjewendiya hevbeş bi balkişandina li ser peywendiyên Kurdistan-Swêd û pêwîstiya çareser kirina nîgeraniyên civaka Kurd li ser nûçeyên vê dawiyê yên medyayê yên li ser endametiya Swêdê li NATO'yê, danustandinan kir.”

Li aliyê din Wezîra Derve ya Swêde Ann Linde jî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku wan bi Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Swêde Şoreş Qadir re hevdîtineke baş pêk anîne û behsa “rewşa Kurdên li Swêdê dijîn û têkiliyên Swêdê bi Herêma Kurdistanê re” kirine.

Heriwha li gorî daxuyaniya ofîsa Şoreş Qadir a bi zaravayê Soranî û Swêdî, derbarê hevdîtinê de  Şoreş Qadir di derbarê nûçeyên li ser siyaseta Swêdê ya li hember kurdan piştî hewldana endambûna NATO'yê, nîgeraniyên Kurdên diyaspora ji wezîr re ragihandiye û divê Swêd di derbarê mijarê de ji bo Kurdan daxuyaniyek bide.

Ann Linde herî dawî di Mijdara 2021ê de serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi serkirdeyan re hevdîtin kiribû.

Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li ser radestkirina endamên PKKê ji aliyê Swêd û Fînlandê got, “Niha di vê mijarê de soz hatin dayîn. Mînak Swêd dê 73 terorîstan bişîne cem me. Niha 3-4 terorîst şandine lê ev têrê nake. Helbet Wezareta Dadê, Wezareta Derve, Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MIT) dê ji nêz ve wan bişopîne û dê bêjin wan ji me re bişînin. Ev hemû daxwazên me ne, heger neyên cibicîkirin çi pêwîst be em dê bi rêya sazî û rêxistinên xwe bikin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin