Nêrîna partiyên Bakur li ser peyama Ocalan

Nêrîna partiyên Bakur li ser peyama Ocalan

Roja 28.02.2015’de şanda HDPê ku ji Sirri Sureyya Onder, Idrîs Baluken û Berwîn Buldan pêk tê ligel Cîgirê Serwokwezîrê Tirkiye Yalçin Akdogan civiya

A+A-

 

Piştî civînê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder peyama Serokê PKK’ê Ocalan ji rojnamevanan re xwend û got: “Derheqê pêvajoyê û asta ku em hatinê de daxwaza bingehîn a Ocalan ev e: Armanca me ya sereke ew e ku şerê 30 sal e dewam dike bigihêje aştiyeke mayînde. Ez bangî PKKyê dikim ku di mehên biharê de ji bo kongreya awarte bicivin û ji bo danînaçekan biryarên dîrokî û stratejîk bidin. Ev bang ji bo siyaseta demokratîk pêş keve daxwaz û niyetek e.”


 

Li ser vê bangawaziyê Rexistinên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Doza Azad (HUDA-PAR), Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) fikr û ramanên xwe ji BasNewsê re anîn ziman.

Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelik da zanîn ku piştgiriya rawestandina şer dikin bila kuştin nebe xwîn nerije û wiha got: “Em dibêjin Bakurê Kurdistanê, kurd û Kurdistanê bila riya demokratîk, sîyasî û bi rêya girseyî bên çareserkirin. Bû du sal pêvajoya çareseriyê heye. 10 bendên ku HDP ê eşkere kirine ji bo kurd û kurdistanê tiştek tuneye.”
 

Ozçelik got ku ev mesela çekberdan meseleya PKK’ê ye û wiha anî ziman: “Ka PKK bi çi armanc çek girtiye armanca wan çiqas bicih hatiye an jî nehatiye. PKK pêwîste berdana çekane an nînin ew baş dizanin û dibe ku ew bixwe bîryar bidin. Roja ku ev bîryara ku derket holê dîse di heman rojê de PKK û KCK gotin tiştek wiha tuneye derewe. Rojekî şer tê berê deriyê me rojekî jî aştî tê. Em nizanin ku ev pêvajo di çi qonax û danûstandinê de ye. Gerek pêkhateya Kurdistanê beşdarî wan danûstandina bibe. Eger dîse jî şer raweste gelek tiştên baş derbidikevin holê.”


 

Cigîra Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Arîf Sevînç jî destnîşan kir ku HAK-PAR bû 13 sale di her peyama xwe de dibêje ku têkoşîna çekan ji bo kurdan tiştek baş nîne û wiha pêde çû: “ Em naxwazin hem şerê dewletê hem jî PKK bi çekan têkoşîna xwe berdewam bike. Ji ber ku şer ji bo kurdan sûdekê nade. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çek ne pêwîst e. Heta niha jî bi saya çekan tiştek negihîştiye destên kurdan. Bi rastî ev peyama Ocalan di derbarê berdana çekan peyamekî baş e. Em destekê didin vê peyamê.”

 

Sevînç bal kişande li ser bendên ku ji meclisê hat qebûlkirin û got ku “Meclîsê de 10 bend hene. Ew jî li gor me bê wate ne. Di nav bendan de ji bo kurdan tu tiştek nîne. Em dibên ku bila PKK çek berde û Peyama Ocalan bicih bîne. Bi rastî fersendeyek mezin heye bila ev fersende pûç nebe. Em dixwazin kurd li ser axa xwe desthilatdar bibin.”

Serokê Navçeya Peyas yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) li Diyarbekir Mehmet Demîr jî da zanîn ku êdî li ser axa Bakurê Kurdistanê şer bifetise û tu kes nemire. Demîr anî ziman ku dema ku çek bê berdan ê huzûr û aştî bikeve nav civakê.



 

 


 

Mehmet Demîr diyar kir jî ku: “Di nav HDP’ê û hikumetê de daxuaniyek Ocalan hat xwendin. Bi rastî peyamek baş bû. Ger ku di wê aliyê de hemî kes bi heman fikr de tevbigere vê demê em jî hêvî bikin. Înşallah Xudayê Mezin ji bo gelê me bi xêr bike. Bi çekan çareserî çê nabe bila hemî kes di nav siyasetê de fikrê xwe bibêje û mirovên me çi bixwaze bila wê pêk bîne. Em jî dixwazin PKK çek berdin. Lê em naxwazin ku gelê kurd piştî bi berdana çek dev ji mafê xwe berdin bila her tim ji bo mafên xwe têkoşîn bidin. Em jî kurdin em jî bernadin.”

Herî dawî Serokê Gişti yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş got da zanîn ku pêşniyara Ocalan ku ji PKK’ê re kiriye baş dibînin û destekê didin. Berdana çekan ji bo aştî tiştek baş e.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin