Nêçîrvan Barzanî û Plasschaer Civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Plasschaer Civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaer kir û got diyaloga Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi mekanîzmekî guncawa baştir heye.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaer kir û got diyaloga Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi mekanîzmekî guncawa baştir heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaer îro Duşema 9ê Îlonê civiyan û di hevdîtinê de Barzanî pesna rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya rola UNAMI ya ji bo hevkariya Hikûmeta Federala Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser berdewamiya diyalog û çareserkirina kêşeyan kir.

Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku diyaloga Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federala Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera herdu aliyan de û çawaniya muamelekirina li gel kêşeyan de, pêwîstî bi mekanîzmekî guncawa baştir heye.

Barzanî  herwiha diyar kir ku  merc nîne lîjneyên di navbera herdu de hemû siyasî bin, çêdibe ku di gelek waran de jî lîjne teknîkî bin.

Di civînê de herdu alî peywendiyên Hewlêr û Bexda, pirsa budceya giştî ya sala nû ya Iraqê, rewşa parêzgeha Kerkûk û çawaniya beşdarîkirina hilbijartina parêzgehan, navçeyên nakokî li ser û madeya 140 proseya siyasî ya Iraqê û rewşa emnî ya welat, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çawaniya vegerandina wan a ji bo cih û warên wan, rewşa koçberên Kurdên Êzdî û navçeya Şingal û çend pirsekî din gotûbêj kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin