Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Kerbelayê Peyamek Weşand

Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Kerbelayê Peyamek Weşand

Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyera Aşûrayê ya Kerbelayê nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyera Aşûrayê ya Kerbelayê nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka serxweşiyê arasteya malbatên qurbaniyê bûyera îro ya Kerbelayê kir ku ji ber qerebalixiyê jiyana xwe jidest dane, ku zêdetir ji 30 kesan bûne qurbanî û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.Barzanî herwiha amdekariya Herêma Kurdistanê jî derbirî bo pêşwazîkirinê ji qurbanîyan.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ew ji ber bûyera li Kerbelayê, hevxemiya xwe digihînin kesûkarên qurbaniyan û ji Xwedayê mezin dixwazîn sebir û hedarê bide malbatan û qurbaniyan bi beheştê şad bike û şîfayê jî bide birîndaran

Barzanî di heman demê de ragihand, ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo alîkariyên pizîşkî û pêşwazîkirina birîndaran.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin