Nêçîrvan Barzanî: Ji bo hevdîtinên PDK û YNKê zemînek baş heye

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo hevdîtinên PDK û YNKê zemînek baş heye

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di navbera partiyên siyasî û bi taybetî YNK û PDKê de zemîneke guncaw ji bo danûstandinan heye.

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wekîla Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Siyasî û Pêkanîna Aştiyê, Rosemary DiCarlo, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û hin nûnerên Neteweyên Yekbûyî pêk dihat kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku "Rewşa Herêma Kurdistanê, hewldanên aliyên siyasî yên ji bo lihevkirina li ser hilbijartinan, nêrînên komîsyona hilbijartinan û pêkhateyên derbarê hilbijartinan de, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, şerê li dijî terorê, rewşa Êzidiyan û Şengalê hatin nîqaşkirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, zemîneke guncaw ji bo hevdîtin û danûstandinên di navbera partiyên siyasî bi taybetî YNK û PDK'ê de  heye û ev yek jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî hilbijartinan û diyarkirina roja dengdanê hêsan dike.

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Neteweyên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê û Iraqê da û ragihand ku NY piştevaniya çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramî û aştiyê li navçeyê dike.

Barzanî amaje bi peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û diyar kir ku hewl tê dayîn di navbera aliyan de diyalogeke erênî çêbibe û pirsgirêkan çareser bikin, çareserkirina pirsgirêkên wek yasaya bûdce, yasaya petrol û gazê û dabeşkirina dahatê dê bibe sedema aramî û aştiya Iraqê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku “Aliyan li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftinê ji bo cîbicîkirina bernameya Hikûmeta Federal a Iraqê yekdeng bûn.” Hat amaje kirin ku divê hemahengî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di warên wek cîbicîkirina madeya 140 û şerê li dijî DAIŞê de berdewam be.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hat kirin.

Ji aliyeke din ve di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî û şanda NY de behsa peyvendiyên Îraqê yên li gel welatên deverê û welatên cîran jî hate kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin