Misir: Erdogan terorîstan hembêz dike

Misir: Erdogan terorîstan hembêz dike

Ji Misirê rexneya dardakirinê bo Tirkiyê hat: Erdogan terorîstên Birayên Misilman hembêz dike.

A+A-

Piştî ku li Misirê, di Lûtkeya Yekîtîya Ewropayê û Yekîtîya Ereban de gelemşeya di navbera Misir û Tirkiyê de gur bû, bersivek ji Misirê hat.

Berdevkê Wezareta Derve ya Misirê Ahmed Hafiz bo Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoganî got: Terorîstên Birayên Misilman hembêz dike". Hafizî herwiha rojnamevan û siyasetvanên zindanîkirî yên li Tirkiyê jî bibîr xist û got ev yek jî diyardeya pêbawerbûna Erdoganî ye.

Di daxuyaniya xwe de Hafizî amaje bi vê yekê kir ku wexta Erdoganî di derbarê Serokomar Abdulfettah Sîsî de diaxive, nefreta xwe nîşan dide û Birayên Misilman ên terorîst jî hembêz dike. 

Hafizî bibîr xist ku li Tirkiyê 70 hezar girtiyên siyasî hene û 175 rojnamevan jî di zindanê de ne. Herwiha 130 hezar kes ji kar hatin dûrxistin û ev hejmarên han jî pêbawerbûna bi Erdoganî ji holê radike.

Erdoganî, çima ku Yekîtiya Ewropayê civîna xwe ya digel Yekîtîya Ereban li Misirê pêk anî ji ber dardakirinên li Misirê rexne kiribû. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin