“Milyonek û 300 hezar Kurd li Almanyayê hene”

“Milyonek û 300 hezar Kurd li Almanyayê hene”

Li Almanyayê ku yek ji qerebalixtirîn welatên Ewropayê ye, ji her 4 kesan kesen koçber e wate, ji %25ê rûniştvanên wî welatî koçber in.

A+A-

Li gor wan amarên ku ji alîyê Desteya Amara a Hikûmeta Almanyayê ve hatîye belavkirin, nêzikî 2.8 milyon rûniştvanên Almanyayê xelkê Tirkîyê ne û li wî welatî dijîn ku bi xwe yan jî dayik û bavên wan li Tirkîyê ji dayîk bûne.

Di wê raportê de Hikûmeta Almanyayê pişta xwe bi wan zanyarîyên Balyozxaneya Tirkîyê ya li Berlînê girê daye ku di dema hişbijartinên giştî û serokkomarîya Tirkîyê di 2018an de hatine amadekirin.

Di wan hilbijartinan de 1 milyon û 400 hezar dengderên Tirkîyê ku beşeke wan a zêde Kurd bûn, li Almanyayê mafê dengdanê hebûye.

Mihemed Tanriverdî, Nûnerê Civaka Kurd li Almanyayê dibêje, desteyek amar a taybet bi Kurdan nîne û daxwazên ji hikûmeta wî welatî dikin ku wek miltekî serbixwe miamele li gel Kurdan bê kirin û wek hemwelatîyên Tirkîye, Iraq û Sûrîyê neyên dîtin.

Nûnerê Civaka Kurd li Almanyayê Mihemed Tanriverdî dibêje, “Piştî hemwelatîyên Tirk û Rûsî, Kurd di rêza sêyem de ne ku divê agahdarî bi zimanê wan bên belavkirin. Em ji hikûmeta Almanyayê daxwaz dikin ku Kurdan wek miletekî serbixwe bi ziman û rengê xwe , bi folklore û çanda xwe bên naskirin.”

Ew berpirsê Kurd dibêje, hejmara Kurdên ku li Almanyayê dijîn di navbera milyonek û 250 hezar û milyonek 300 hezar kes de ye (zêdetir ji %1.5 rûniştvanên wî welatî). Ev jibilî wan Kurdên ku di salên 60 û 70ê yên sedsala derbasbûyî de wek koçber an bi mebesta karkirinê çûne Almanyayê.

Datayên Fermangeha Desteya Amar a Almanyayê amaje bi wê dike, hejmara rûniştvanên Almanyayê 83 milyon kes e û ji wê hejmarê jî %26 ku dike 21.2 milyon kes regez Almanî nîn û ji welatên din koçberî Almanyayê bûne.

Ji %65ê wan koçberan ji welatên din ên Ewropayê çûne Almanyayê û mezintirîn kêmîne jî koçberên Tirkîyê ne ku ji %13 rûniştvanên wî welatî pêk tînin, ji %51ê koçberên li Almanyayê dijîn ku dike 11.1 milyon kes, ew her li wî welatî ji dayîk bûne û mezin bûne.

Li gor rêbendîyê Tirkîye di pileya yekem de tê ku herî zêde hemwelatîyên wê koç kirine bo Almanyayê û piştî Tirkîyê jî Polonya û Rûsya bi pileyên duyem û sêyem tên.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin