Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî ji bo me xeta sor e

Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî ji bo me xeta sor e

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî têkildarî giringiya ziman Kurdî ragihand, ji bo wan zimanê Kurdî xeta sor e û ew dê tu caran bi hikûmeta Sûriyê re bazarê li ser zimanê Kurdî nekin.

Mezlûm Ebdî di peyamekê de ji bo komcivîna zimanê Kurdî ya ku Saziya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê lidar dixe, behsa giringiya ziman di her civakekê de kir û got: “Mirovahî bi ziman dest pê kir, civak bi pêşketina ziman re pêşket, netew bi ziman bûne netew û îro jî gelek mijarên esasî yên ku niha pirsgirêkên civakî ku hene, di aliyekî nêzîk de bi mijara ziman ve girêdayî ne.”

General Ebdî amaje bi rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet di wan salên dawî de ku Rêveberiya Xweser hatiye avakirin kir û got: “Me di pêvajoya şoreşê de fêm kir ku bi rastî têkilyeke zaf mezin di navbera ziman û azadiyê de heye, di navbera ziman û demokrasiyê de heye, di navbera ziman û civakê de heye. Di şoreşê de di kîjan alî de ku me gavên xwe avêtin pêşî mijara ziman hat pêş me, weke pirsgirêkeke esasî bû, diviya bihatiba çareserkirin û ez wê jî bi rihetî dikarim bibêjim, di pêvajoya şoreşa me ya dirêj de her ku çû mijara zimanê Kurdî bêtir cihê xwe girt û bêtir jî pêwîstiya bi ziman hat hîskirin û em gihîştin vê qenaetê ku eger em di şexsê xwe de, di nav rêxistina xwe de û di nav karê xwe de eger ku em ziman pêş nexînin, em dê nikaribin di nava civakî de, di şoreşê de pêş bixînin. Ji bo vê jî her ku çû, giringiya ziman xurttir bû.”

Fermandarê Giştî yê HSDê tekez kir, ku ji bo wan zimanê Kurdî xeta sor e û ew dê tu caran bi hikûmeta Sûriyê re bazarê li ser zimanê Kurdî nekin.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir, dibe ku di warê siyasî de hinek tawîzan bidin, lê di warê perwerdeya bi zimanê Kurdî de ew dê tu caran tawîzan nedin.

Mezlûm Ebdî got, rastî tahle, lê divê mirov bêje, hîn di nava civakê de daxwaza li ser zimanê Kurdî kêm e û ji xelkê Rojavayê Kurdistanê xwest ku giringiyê bidin zimanê Kurdî û berhemên bi Kurdî zêde bêne pêşkêşkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin