Mezlûm Ebdî: Kes nikare projeya rêveberîya xweser jinav bibe

Mezlûm Ebdî: Kes nikare projeya rêveberîya xweser jinav bibe

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ragehand, kes nekare projeya Rêveberîya Xweser ji nav bibe û bê wan krîza Sûrîyê çareser nabe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel kenala El Erebîye re ragehand, rewşa Sûrîyê qet navegere bo pêş sala 2011ê û di vê hevkêşyê de Kurd xwedî roleka mezin e û divê li ber çav were girtin.

Ebdî got, ew mafeke rewa ji Rêveberîya Xweser re dixwazin ku gelek qurbanî daye ji bo berevanîkirinê ji axa xwe re.

Ebdî got, ji krîza Sûrîyê re rêya leşkerî neçareye, ji ber vê yekê jî ew hêvî dikin ku bi rêyên sêyasî bigehin rêkeftinekê bi hikumeta Sûrîya re.

Ebdî tekez jî kir, projeya Rêveberîya Xweser bûye kevwar û kes nekarê ji nav bibe û bê li berçav girtina giringîya projeyî çareserîyê li Sûrîyê peyda nabe

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin