Mesrûr Barzanî: Xelk hêjayî jîyaneke baştir in

Mesrûr Barzanî: Xelk hêjayî jîyaneke baştir in

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevanî li daxwazên rewa yên xwepêşanderên Iraqê kir û dibêje xelkê Iraqê hêjayî jîyan û şêwazekî baştir ê rêveberîyê ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dîbeyteke taybet a duyem roja dîdara, ‘Aştî û Asayîş li Rojhilatê Navîn’ li Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê, ragihand, di van heyamên dawîn de nêzikî 60 hezar koçber ji Sûrîyê ber xwe dane Herêma Kurdistanê û got ku niha milyonek û nîv koçber û penaber li Herêma Kuridstanê hene.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji hikûmeta Iraq û civaka navdewletî kir bo ku alîkarî û hevkarîya Herêma Kurdistanê bikin, lêbelê li gor gotina wî, “Mixabin asta hevkarîyê bi şêwazekî nîne ku barê li ser milê Herêma Kurdistanê sivik bike û piranîya erk dimîne di stûyê Herêma Kurdistanê de ku salane zêdetir ji milyarek û 500 hezar dolar bo koçber û penaberan xerc dike.”

Serokêwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanên li Iraqê jî got, “Em piştevanîyê li daxwazên rewa yên xwepêşanderan dikin. Mafê wan heye nîgeranîyên xwe derbirînin. Iraqî  hêjayî jîyaneke baştir, şêwazekî baştir ê rêveberîyê û sûdmend bin ji hemû xizmetgûzarîyan.”

Mesrûr Barzanî, herwiha got jî li gor wî dadperwerane nîne ku tenê kabîneya niha weke berpirsyar bê dîtin û got, “Em hikûmeta niha û serokwezîrê niha yê Iraqê, take berpirs û îdareya rûdanên Iraqê nizanin. Li gor me ev rûdan kombûna pirsgirêkên 15 heta 16 salan e.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin