Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê li Hewlêrê kir.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê li Hewlêrê kir.

Îro danê sibê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê, Nesrullah Reşnûdî kir.

Di hevdîtinê de, Reşnûdî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji ber ku bûye serokwezîrê Herêma Kurdistanê û jê re hêviya serkeftinê xwast.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi xêr hatina wî dîplomatê Îranî kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Beriya Nesrullah Reşnûdî, Murteza Ebadî konsûlê Îranê li Hewlêrê bû.       

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin