Mesrûr Barzanî bi Mistefa Kazimî re civiya

Mesrûr Barzanî bi Mistefa Kazimî re civiya

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8/12/2021ê li Hewlêrê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şandek serbazî ya ligel wî re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de, bixêrhatina Serokwezîrê Iraqê û şanda pê re kir, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê ji piştî serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê, geşepêdana rewşa aborî û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federalî de mane hate kirin.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê êrîşên vê dawiyê ya teroristên DAIŞê û girîngiya bihêztirkirina hewldan, karînan û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin, ji bo bidawîkirina gef û metirsiyên DAIŞê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin