Mêran di Meha Tebaxê de 40 Jin Kuştine

Mêran di Meha Tebaxê de 40 Jin Kuştine

Mêran di meha Tebaxê de kêmtirîn 40 jin kuştine, tûndkarî li 89 jinan kirine. Herî hindik tecawiz li 6 jinan kirine, karê seksê bi zorê li 42 jinan kirine. Ya kêm îstismara cinsî li 19 zarokan û tacîz li 14 jinan kirine.

A+A-

Mêran di meha Tebaxê de ya kêm 40 jin kuştine, tûndkarî li 89 jinan kiriye. Herî hindik tecawiz li 6 jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 42 jinan kiriye. Ya kêm îstismara cinsî li 19 zarokan û tacîz li 14 jinan kiriye.

Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Tebaxê de, herî kêm 40 jin û şeş mêrên li gel wan bûne kuştine.

Mêran ya kêm tûndkarî li 89 jinan kiriye. Herî kêm tecawiz li şeş jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 42 jinan kiriye. Istismara cinsî li 19 zarokên keç, ya kêm tacîz li 14 jinan kiriye.

Mêran di heşt mehên destpêkê yên 2019ê de ya kêm 224 jin kuştine. Tecawiz li 37 jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 367 jinan kiriye, tacîz li 152 jinan kiriye û istismara cinsî li 158 zarokên keç kiriye. Mêran di van heşt mehan de tundkarî li 401 jinan kiriye.

Ev hejmar di heşt mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 160 jin bû. Di heman demê de mêran heşt zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 46 jinan, taciz li 140 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 351 jinan kiribû. 260 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 280 jin birîndar kiribû.

Di meha Tebaxê de mirina 12 jinan (Stenbol-2, Çorûm, Kutahya, Merdîn, Edene, Ûşak, Edirne, Erdexan, Sêrt, Nîgde û Baybûrt) bi şik û guman bûye.

Mêran hewl dane ku li Çanakkeleyê jinek xwe bikuje. Çapemeniyê mirina jineke li Îzmîrê û yeke li Aydinê weke “xwekuştine bi şik û gûman” nivîsandiye.

Kuştin 

Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Tebaxê de, herî kêm 40 jin û şeş mêrên ku li bal jinan bûye kuştine.

Mêran par heman demê 20 jin kuştibûn.

Digel ku biryara dûrxistina mêrî hatibû derxistin jî di meha Tebaxê de heman mêrî jin kuştiye. Jinek jî beriya ku bê kuştin herî kêm du caran daxwaza parastinê kiribû lê ev daxwaza wê nehatibû qebûlkirin.

Jineke ku hatiye kuştin li stargehê dima. Du jin kêmendam bûne. Du mêrên ku du jin kuştine bi awayekî sîstematîk îşkence li wan jinan kiriye.

Navê jinên ku hatine kuştin

Arzu E., Asiye A., Asiye G., Ayşe A., Ayşe G., Bedriye K., Burcu B., Ekim T., Emel Hac H., Emine B., Emine B., Emine N., Emine Ş., Emrah K., Emriye A., Fatma Hülya Y., Feher A., Filiz E., Gülsüm K., Halise N. İfakat D., Kader Ç., Kebire A., Melike B., Merve K., Meryem B., Meryem D., Meryem K., Münevver N. Nesibe C., Nuray T., Özge S., Rukiye E., Sultan Ü., Tuba E., Tuğba A., Ülviye İ., Zeynep Y., Zühre S., Zümrüt E.

Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne 

Edene (2), Agirî (1), Enqere (3), Antalya (2), Dîlok (1), Aydın (2), Balıkesir (1), Êlih (1), Amed (2), Elezîz (1), Eskişehir (1),Isparta (3), Stenbol (2), İzmir (1), Kayseri (1), Kırıkkale (2), Konya (2), Kütahya (1), Mersin (1), Muğla (1), Ordu (1), Samsun (3), Tekirdağ (1), Riha (2), Yalova (1), Yozgat (1).

Ji sedî 12ê jinan ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin” hatine kuştin.

Mêran çar jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin”, du jin bi sedema hesûdiyê, jinek bi îdiaya ku heqaret lê kiriye, jinek ji ber ku pere nedayê, jinek ji ber ku hevala wê xwestiye veqede, ji ber sedemên aboriyê, jinek jî bi sedema namûsê huştiye. Sedema kuştina 29 jinan di medyayê de nehatiye nivîsandin.

Ji sedî 47ê mêrên jinan ew kuştine.

Mêr/mêrê berê yê 19 jinan, xizmên 12 jinan (bavê yekê, birayê sêyan, bavê mêrê duyan, neviyê yekê, zavayê yekê), yarê sê jinan, hezkiriyê hevalê jinekê, patronê jinekê, dizê ku ketiye mala jinekê, cîranê ji gund ê jinekê, xwediyê malê y3e yekê ew kuştiye. Naskirina jinekê û mêrên ku ew kuştiye di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.

Ji sedî 50ê jinan di nava malê de hatine kuştin.

Mêran 20 jin li malan, 14 jin li qadên civakî (kuçe, kargeh, xwaringeh û erseyeke vala) kuştine. Cihê ku şeş jin lê hatine kuştin di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.

Mêran 25 jin bi cûreyên çekên gulexwar, neh jin bi kêr û yên weke wê kuştine. Mêran du jin him xeniqandiye him jî bi kêr û cûreyên weke wê kuştine. Mêran jinek bi ava bi asît, jinek piştî derb lê daye, jinek jî fetisandiye û kuştiye. Di nûçeyan de nehatiye diyarkirin ka jinek çawa hatiye kuştin.

Pêvajoya hiqûqî

Di bûyereke kuştinê de fail ji yekî zêdetir bûne. Herî kêm di sê bûyerên kuştinê de ji yekê zêdetir jin hatine kuştin. 19 fail hatine girtin. Herî kêm 10 fail hatine desteserkirin. Heft failî xwe kuştiye. Ji bo du failan di medyayê de hatiye nivîsandin uk “reviya ye”.

Kuştinên ku berê bûne lê çapemeniyê di meha Tebaxê de nivîsandiye

Li Kayseriyê E. K. (37)  Merve K. (1’) di sala 2011ê de kuştiye. Şeş kes hatine desteserkirin. E. K. hatiye desteserkirin. Pêncên din serbest bûne. Piştî ku mêrê jin kuştiye, hatiye zevtkirin, medyayê weke nûçe weşandiye.

Kuştina zarokan- tundkariya li zarokan

Di meha Tebaxê de li Kayserî, Antalya û Stenbolê sê bavan tundkarî li zarokên xwe kiriye. Li Denîzlî û Çanakkaleyê mêran xwestiye du zarokên li kolanan dilîzin birevînin.

Li Samsûnê zarokek keç hatiye revandin. Li Enqereyê bavekî du zarokên xwe yên keç revandiye ku ew û jina xwe li ber veqetandinê bûne.

Li Bûrsayê bavekî derb li keça xwe daye. Li Eskîşehîrê bavekî derb li du zarokên xwe daye. Li Amedê kirine ku zarokek xwe bikuje. Çapemeniyê mirina zarokekî/ê ya li Bûrsayê weke “bi şik û guman” nivîsandiye. Li Kayseriyê du zarokan xwe ji înşaatê avêtine û çapemeniyê weke “xwekuştina bi şik û guman” nivîsandiye.

Li Denîzliyê xortekî 17 salî zarokeke keç a 15 salî kuştiye. Zarokê kujer hatiye desteserkirin.

Li Denizliyê zanyarî ji du zarokan nehatiye standin.

Pêvajoya Hiqûqî

Ti kiryareke yasayî/hiqûqî ji bo bavê li Kayseriyê nehatiye kirin. Biryara dûrxistinê dane bavê li Stenbolê.

Mêrê ku xwestiye li Denîzliyê zarokê birevîne, hatiye girtin. Li zaroka keç a li Samsûnê digerin.

Li Enqereyê ji bo mêrê ku du keç revandiye biryara zeftkirinê hatiye derxistin.

Bavê ku li Bûrsayê derb li keça xwe daye, hatiye desteserkirin.

Tecawiz

Mêran di meha Tebaxê de herî kêm tecawiz li şeş jinan kiriye. Di Tebaxa 2018ê de ev hejmar çar bû.

Jineke ku tecawiz lê hatiye kirin kêmendam bûye. Mêran li Antalyayê jî hewl daye ku tecawiz li jinekê bikin.

Mêran hewl dane li Antalyayê tecawiz li jinekê bikin.

Di pênc bûyerên tecawizê de, jinan kesên tecawizkar nas nedikirin.

Ajokarê taksiyekî tecawiz li jinekê kiriye.

Di nava wesayitê de mêran tecawiz li du jinan, li parkê li jinekê, li daristanê li jinekê kiriye. Cihê ku mêran tecawiz li jinekê, di nûçeyan de nehatiye nivîsandin.

Bajarên ku tecawiz lê hatine kirin:

Dîlok (1), Aydın (1), Denizli (1), Stenbol (1), Kocaelî (1), Trabzon (1)

Pêvajoya Hiqûqî

Heft fail hebûn. Şeş jê hatine girtin. Yek hatiye desteserkirin.

Bûyerên tecawizê yên ku berê bûne

* Li Ispartayê M. Oyî tecawiz li jinekê kiriye. Bi mesajên sîstematîk jin tacîz kiriye û gef li wê xwarine. Birazî/xwarziyên mêrî jî gef li jinê xwariye. Bûyer di meha Gulanê de pêk hatiye. Jinê giliyê pênc kesan kiriye û piştî wê çapemeniyê weşandiye.

* Siyasetmedar D. A. yî di meha Adara 2015ê de tecawiz li rêebera bi navê Z. D. kiriye. paşê jî bi gefxwarinê tecawizên xwe berdewam kiriye. Z. D. yê di meha Gulana 2019ê de daxwaza wî qebûl nekiriye û D. A. yî derb li wî kiriye. Jinê giliyê mêrî kiriye. Çapemeniyê bajarê ku bûyer lê qewimiye nenivîsandiye.

Karê seksê yê bi zorê 

Mêran di meha Tebaxê de bi darê zorê karê seksê li 42 jinan daye kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 13 bû. Ji 42 jinên karê seksê bi zorê lê hatîne kirin, 35 jin ne ji Tirkiyeyê bûne.

Pêvajoya hiqûqî

Li ser hev 59 fail hebûn. 40 ji wan hatine girtin. 14 fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. 5 fail serbest bûne.

Taciz

Mêran di meha Tebaxê de ya kêm taciz li 14 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 10 bûye.

Dirankarekî sexte, xizmekî jinekê, cîranê jinekê taciz lê kiriye.

Herî kêm di 11 bûyerên tacîzê de çapemeniyê naskirina jin û mêrên tacizkar nenivîsandiye yan jî gotiye “mêrekî tacîz kiriye.”

Mêran fotograf/vîdeoyên du jinan bêdestûr kişandine û taciz li wan kiriye. Mêran mala jinekê raçav kiriye, jinek li ser medyaya civakî taciz kirine, bi rêya laşî û devkî taciz li 10 jinan kiriye. Li kolanan, market û cihên weke wan taciz li jinan kirine. Mêran bi rêya înternetê taciz li jinekê kirine. Li cihê kar taciz li jinekê, li malan jî taciz li pênc jinan kirine.

Bajarên ku mêran lê jin taciz kirine

Aydın (1), İstanbul (3), Kocaeli (2), Konya (4), Manisa (1), Sakarya (1), Tekirdağ (1).

Cihê ku bûyera tacizekê di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.

Pêvajoya hiqûqî

Çar fail hatine girtin. Du fail piştî desteserkirinê serbest bûne. Rewşa hiqûqî ya yekî ya piştî pêvajoya desteserkirinê di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin. Failek dersînor kirine.

Ji bo failekî biryara dûrxistina ji bo du mehan hatiye standin. Jinekê tacizkarê xwe kuştiye û jin hatiye desteserkirin.

Bûyerên ku di demên berê de bûne

Dersdar K. T. xwendekara xwe ya bi navê S.G taciz kiriye. Jinê şantaj li mêrî kiriye û di encama vê de çapemeniyê bûyer nivîsandiye. Her duyan jî giliyên hev kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka bûyer kengî û li ku çêbûye.

Li Stenbolê mêrekî jina bi navê B. T. neh mehan bi awayekî sîstematîk taciz kiriye û gef lê xwariye. Bi tohmeta taciza zayendî, gefxwarin û heqaretê doz li mêrî hatiye vekirin. Biryara dûrxistinê ji bo mêrî hatiye derxistin. Çapemeniyê di meha Tebaxê de bûyer nivîsandiye.

Istismara Zarokan 

Mêran di meha Tebaxê de zarokên kur jî di nav de herî kêm istismara zayendî li 19 zarokan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 29 bûye.

Mêrên nenasên 13 zarokan, xizmên sê zarokan, cîranên du zarokan ew taciz kirine.

Xwediyê marketekê zarokek taciz kiriye ku zarok çûye marketê da ku ji xwe re tiştekî bikire.

Çar zarok li kolanan, du zarok li malan, zarokek di wesayitê de, zarokek li parkê, zarokek li kafeyê, zarokek li marketê, zarokek jî li ser medyaya civakî hatiye istismarkirin. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku bê heşt zarok li ku rastî istismara cinsî hatine.

Zarokeke ku hatiye tacizkirin destmalên kaxizî difirot.

Bajarên ku zarok lê hatine istismarkirin:

Adana (2), Antalya (2), Antep (1), Bilecik (1), Dersim (1), Isparta (1), İstanbul (2), Manisa (1), Sakarya (1), Samsun (1), Urfa (2), Yalova (1).

Pêvajoya hiqûqî

11 fail hatine girtin. Pênc fail hatine desteserkirin. Du fail şanidne edliyeyê. Çapemeniyê ji bo du failan gotiye “reviyane”.

Bûyerên ku berê bûne

Li Antalyayê M. A. (72) di sala 2015ê de neviya hevjîna xwe ya bi navê D. D. (12) istismar kiriye. Zaroka keç behsa bûyerê kiriye û bûyer bi vî awayî hatiye bihîstin. Di meha tebaxê de çapemeniyê bûyer weşandiye. Mêr hatiye desteserkirin, paşê serbest bûye.

Li Stenbolê M. C. (58) zaroka keç a cîrana xwe ya bi navê İ. B. (13) li plajê taciz kiriye. Bûyer roja 8ê Hezîranê qewimiye. M. C û hevjîna wî A. C. yê derb li İ. B. û dêya xwe dane û bi vî awayî çapemeniyê bûyer ragihandiye. Derketiye holê ku mêrî zarokeke din a keç a 14 salî çar salan taciz kiriye.

Tundkarî-Brîndarkirin

Mêran ya kêm 89 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine.  Par di heman mehê de ev jimar 32 bûye.

Di meha Tebaxê de herî kêm ji bo sê jinên rastî tundkariya mêran hatine biryara parastinê hatiye standin. Digel daxwaz kiribûn daxwaza parastinê ya sê jinan nehatiye qebûlkirin. 19 salan tundkarî li jinekê hatiye kirin û 10 caran daxwaza parastinê kiriye. Herî kêm di sê bûyeran de mêrên tundkarî kirine, xaniyên jinan şewitandine.

Mêran gefa kuştinê, tundkariyê û belavkirina fotografên wan li ser medyaya civakî herî kêm li şeş jinan kiriye.

Mêr/mêrê berê û mêrê bi mehra olî tundkarî li 62 jinan kiriye. kur/birayê neh jinan, cîranê du jinan, destgirtiyê keçên du jinan, ajokarê taksiyekê li jinekê, patronê jinekê tandkarî lê kiriye. Mêrên tundkarî li 12 jinan kiriye, di çapemeniyê de bi gotinên “mêrên nenas hatiye nivîsandin.

Mêran ji ber ku xwestine veqetin/cida bibin tundkarî li sê jinan kiriye. Bi sedema ku pere/bazin nedane tundkarî li çar jinan, bi sedema hesûdiyê tundkarî li du jinan kirine.

Mêran ji ber ku nexwestiye têkiliya cinsî bike tundkarî li jinekê, ji ber ku mîrateya ji dêya xwe maye qebûl nekiriye tundkarî li jinekê, ji ber ku xwestiye malbata xwe bibîne tundkarî li jinekê, ji ber ku dereng hatiye malê tundkarî li jinekê, ji ber parvekirinên wê yên medyaya civakî tundkarî li jinekê kiriye. Sedema tundkariya mêran a li ser 74 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.

30 jin li malan, 19 jin li cihên civakî yên weke kolan, kargeh, park, peravên behrê û nava taksiyê de rastî tundkariya mêran hatine. Cihên ku mêran tundkarî li 40 jinan kiriye di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.

Mêran derb li herî kêm 50 jinan daye û tundkarî li wan kiriye. Herî kêm du jin bi çekan, pênc jin bi kêran birîndar kirine. Rêbazên birîndarkirin/tundkariyê ya herî kêm 32 bûyeran di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.

Bajarên ku tundkariya mêran lê rûdaye ev in:

Adana (3), Adıyaman (1), Afyon (1), Aksaray (1), Ankara (2), Antalya (2), Antep (2), Aydın (1), Batman (1), Bursa (6), Çorum (1), Denizli (1), Diyarbakır (1), Düzce (2), Edirne (23), Elazığ (1), Eskişehir (2), İstanbul (5), İzmir (4), Kastamonu (1), Kırklareli (1), Kocaeli (2), Konya (4), Kütahya (1), Malatya (2), Mardin (1), Muğla (1), Sakarya (2), Samsun (2), Sivas (2), Trabzon (2), Van (1), Yozgat (1), Zonguldak (5).

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 99 fail hebûn ku tundkarî li jinan kirine. Tenê 10 ji wan hatine girtin. Herî kêm ji bo 3 kesan ti karekî yasayî/hiqûqî nehatiye kirin.

Lêpirsînname ji bo 22 failan hatiye amadekirin. 25 fail hatine desteserkirin. Çar fail şandine edliyeyê.

Failekî xwe kuştiye. Çapemeniyê ji bo du failan gotiye “li wan digerin”, ji bo sê failan jî gotiye “reviyane.”

Jinekê tundkarî li wî mêrî kiriye ku tundkarî li jinê kiriye. Jin ji ber wê hatiye desteserkirin.

Jinekê mêrê ku ew birîndar kiriye, kuştiye. Jin hatiye girtin. Di bûyereke tundkariyê de jî birayên jinê hatine desteserkirin.

Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya 27 failan nenivîsandiye.

Bûyerên ku berê bûne

Li Stenbolê mêrê li marketekê kar dikir, di 30ê Tîrmehê de derb li jina bi navê A. T. xistiye. Piştî serbest bûye di gefên xwe de berdewam kiriye. Ti karekî yasayî/hiqûqî ji bo mêrî nehatiye kirin.

Li Elezîzê mêrekî deh salan bi awayekî sîstematîk tundkarî li jina xwe kiriye. Piştî ku jin ji çapemeniyê re axivî ye bûyer hatiye weşandin.

Li Amedê F. V. bi awayekî sîstematîk tundkarî li R. A. (28) yê kiriye ku bi hev re dijiyan. Jin jê veqetiyaye lê gefxarin û tundkariya mêrî berdewam kiriye. Ti karekî yasayî/hiqûqî ji bo mêrî nehatiye kirin. Jin ji çapemeniyê re axiviye û bûyer bi vî awayî hatiye bihîstin.

Li wanê V. Y. li malê derb li jina xwe ya bi navê N. Y xistiye. Ti karekî yasayî/hiqûqî ji bo mêrî nehatiye kirin. Derketiye holê ku mêr 19 sal in bi awayekî sîstematîk tundkariyê li jinê dike. Jinê 10 caran daxwaza parastinê kiriye lê ev daxwaza wê nehatiye qebûlkirin. 

 

Evrim Kepenek-BİANET

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin