Mêran di meha Hezîranê de 24 jin kuştine

Mêran di meha Hezîranê de 24 jin kuştine

.

A+A-

Mêran di meha Hezîranê de tundkarî herî hindik li 94 jinan kiriye, herî hindik sê zarok kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 7 zarokan kirine, herî hindik 7 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 63 jinan dane kirin.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Hezîranê ya 2021an de herî kêm 24 jin kuştine û tecawiz li 7 jinan kiriye.

Di meha Hezîranê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 21 jinan (Antalya (3), Aydin, Amed (2), Giresun, Stenbol (2), Îzmîr, Kayserî, Kocaeli, Manîsa, Mereş, Mêrdîn, Samsûn (2), Riha (2), Wan, Zongûldak) wekî “mirinên gumanbar” nivîsandiye.

Her weha li Amedê mirina zarokek çapemeniyê weke “biguman” nivîsandiye.

Li Stenbol û Antalyayê çapemeniyê mirina du zarokan “bi guman” nivîsandiye.

Mêran, gefa “kuştinê” ango “tûndkarîyê” herî hindik li çar bajaran(Antalya, Kîlîs, Stenbol, Zongûldak) li jinan xwariye.

2020-2021

Mêran di şeş mehên destpêkê yên sala 2020an de 123 jin kuştine, 61 jin tacîz kirine, îstismar li 134 zarokan kirine, tecawiz 31 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 444 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 291 jinan kirine.

Mêran di şeş mehên destpêkê yên sala 2021an de 150 jin kuştine, 57 jin tacîz kirine, îstismar li 72 zarokan kirine, tecawiz 55 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 373 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 414 jinan kirine. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 120 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van şeş mehên salê de herî kêm 11 zarok kuştine.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Hezîranê ya 2021an de herî kêm 24 jin û mêrekî ku li gel wan bûne jî kuştine. Di heman meha sala borî de ev  hejmar 21 bû. Yek ji jinan xelkê Ukraynayê bûye.

Jinên ku di meha Hezîranê de hatine kuştin

Adalet B., Anzelika Sraufant, Arzu Rahman Gok, Aysel K., Bircan D., Deniz Poyraz, Dondu Ozyîgit, Emel D., Fîrdevs Ozturk, Hacer B., Halime Uyar, Handan Ç., İlknur Ç., Kader Oktay, Medine Seyis, Nazife T., Nuran Ş., Sadriye Ş., Sevgi D., Sibel Koçan, Şahigul  Buluş, Şengul G., Yasemin A., Yemen A.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Edene (1), Aksaray (1), Antalya (1), Balikesir(2), Bûrsa (1), Stenbol (6), İzmir(1), Kayseri (1), Kirikkale (1), Kocaeli (1), Konya (1), Manisa (2), Nîgde (1), Sakarya (1), Samsûn (1), Trabzon (1), Yozgat (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 11 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran 8 jin ji ber ku xwestine cihê bibin û nexwestine li hev bên, kuştine. Her weha 5 jin jî ji ber “mîrat”, “pere” û “erazî” kuştine.

Mêr, destgirtî û mêrê berê 13 jin kuştine. Sê jin cîranê wan, sê jin xizmê wan û jinekê jî mêrê hevalê wê ew kuştiye. Jinekê kurê wê ew kuştiye. Her weha sê jin jî ji aliyê 8 mêrên ku nasên wan nîne ve hatine kuştin.

Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka mêrê ku sê kuştiye nas e an ne nas e.

Mêran 12 jin li nava malan, 8 jin jî li cihên weke avahiya partiya siyasî, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine.

Mêran 15 jin bi çekên gulexwar û 4 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Mêran jinekê bi şewitandinê kuştiye, jinekê li şaneşînê avêtiye û kuştiye. Her weha du jin jî fetisandine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran çar jin li kuderê kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

29 mêrên faîl yên ku jin kuştine hebûn. 20 jê hatine girtin. Çapemeniyê rewşa şeş faîlan weke “xwe kuştine” an go “mirine” nivîsandiye. Her weha nivîsandiye ku faîlek piştî îfadeya xwe daye serbest maye. Faîlekî jî hatiye desteserkirin.

Kuştina zarokan

Di Hezîrana 2021an de herî hindik sê zarok hatine kuştin. Di heman meha sala par de ev hijmar sê bû. Mêran li Bûrsayê û Antalyayê 2 zarok derp kiriye.

Zarokekî ji aliyê destgirtiyê dayîka xwe ve hatiye kuştin. Zarokekî ji aliye xizmê xwe ve ku xwestine pê re bizewice hatiye kuştin. Zarokekî jî ji aliye bavê xwe ve hatiye kuştin.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Kerem G. Emine K., Funda B.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Çanakkale (1), Amed (1), Stenbol (1)

Pêvajoya hiqûqî

Çar faîl hebûne ku zarok kuştine. Tene du jê hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “lêdigerin” nivîsandiye. Faîlekî jî xwe kuştiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Hezîranê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 7 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar heft bû.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 4 mêrên ku tecawiz li 6 jinan kirine nas e an nenase. Terapîstê jinekê tecawiz lê kiriye.

Mêran li qadên derve tecawiz li 6 jinên kirine. Mêran li nav mal tecawiz li jinekê kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Bursa (2), Hatay (1), Stenbol (1), İzmir (1), Sakarya (2).

Pêvajoya hiqûqî

Pênc mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê 2 faîl hatine girtin. 2 faîl desteserkirine. Derbarê faîlek de kiryarê qanûnî hatiye destpêkirin.

Tacîz

Mêran di meha Hezîranê de herî kêm tacîz li 7 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 13 bû.

Çar jinan pênc mêrên ku tacîz li wan kirîne nas nedikirin. Du jinên lîstikvan ji aliyê du mêrên ku hevpîşeyê wan in hatine tacîz kirin.

Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 6 jinan kirine û jinekê jî bi kişandina wêneya wê tacîz kirine.

Mêran li kolan, ofîs, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 7 jinan kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Aydin(1), Stenbol(2), Kastamonû(2) Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîjan bajarî tacîz li du jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

6 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tene faîlek hatiye girtin. Derbarê du faîlan de kirariyên qanûnî hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsandiye. Derbarê faîlek de biryara jêdûrxistinê hatiye dayîn.

Îstismara li zarokan

Mêran di meha Hezîranê ya 2021an de herî hindik îstismar li 7 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûne. Par di heman mahê de ev hejmar 46 bû.

3 zarokên ku îstismar li wan hatine kirin, 4 mêrên ew îstismar kirine nas nedikirin. Çar zarok ji aliyê çar cîranê xwe yê mêr ve hatine îstismarkirin.

Mêran li kolan, apartman ango li cih û qadên derve 7 zarok îstismar kirine.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

Antalya (2), Çewlîk (1), Stenbol(1), İzmir (1), Kayseri (1), Kocaeli (1).

 

Pêvajoya hiqûqî

8 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 2 ji wan girtine. 2 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsandiye û ya faîlek weke “revîye” û ya faîlekî din jî “serbest bûye” nivîsandiye.

Tundkarî / Birîndarkirin

Di meha Hezîranê de mêran herî kêm tûndkarî li 94 jinan kirine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 61 bû.

14 jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran tundkariya sîstematîk herî hindik li çar jinan kirine.

Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye du jê welatiya Sûriyê û yek jî yê Iraqê bûye. Digel ku biryara “parastin” û “dûrxistinê” hatiye dayîn jî mêran tundkarî herî hindik li şeş jinan kiriye.

Yek ji mêrên ku tûndkarî kirine cerdevan bûye.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye

Edene (2), Semsûr (1), Antalya (3), Dîlok (1), Aydin (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Denizlî(2), Dersim (1), Amed (3), Edîrne (38), Eskişehir (4), Stenbol (12), İzmir (2), Kastamonu (1), Kocaelî (1), Manisa (2), Mûglla (1), Sakarya (3), Samsun (5), Sêwas (1), Zonguldak (7).

Hevjîn, destgirtî û evîndarê herî hindik 52 jinan, tundkarî li wan kiriye. Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka mêran tundkarî herî hindik li 17 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na. Du polîsan tûndkarî li jinekê, mêr, destgirtî, destgirtîyê berê tûndkarî li 10 jinan, kûrye tûndkarî li jinekê û seyaqê teksiyê tûndkarî jinekê kiriye. Her weha rêvebirê kar tûndkarî li sê jinan û hevalê sê jinan tûndkarî wan kiriye. Şeş jin jî xizmê wan tûndkarî lê kiriye.

Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li 16 jinan kirine. Mêran ji ber “hesûdiyê”tundkarî li jinekê, ji ber ku “nexwestiye bi deyn pere bide” li jinekê û ji ber “xwedîkirina ajal” tûndkarî lê kiriye. Mêran ji ber ku çar jinan “cil û bergên vekirî an go girtî li ber kirine” tûndkarî li wan kiriye..

Çapemeniyê “”hinceta tûndkarîya mêran ya li 71 jinan kirine, nenivîsandiye.

Mêran derb li 68 jinan xistine û ew birîndar kirine. Herî hindik 9 jin bi kêr, birek û çekên weke wan, 16 jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran hewl dane du jinan jî birevîne.

Mêran li nava malan tundkarî li 41 jinan, li kolan, edliye, daristan, nexweşxane ango li qadên civakî tundkarî li 40 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 12 jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Tenê 4 faîl hatine girtin. 10 fail desteser kirine. Derbarê 20 faîlan de gilî hatiye kirin. 5 faîl jî serbest bûne.

Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî hindik 39 faîlan nenivîsandiye ya 15 faîlan weke “reviye” nivîsandiye

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di meha Hezîranê de herî kêm bi 63 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî daye kirin. Par di heman demê de ev hijmar 93 bû. 55 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Di nav jinên ku karkeriya sekse ya mecbûrî li wan hatiye ferz kirin de zarok jî hebûne.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 89 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan kirine. Ji faîlan tenê 10 hatine girtin û 79 faîl hatine desteserkirin. (EMK/AY/FD)

Evrim Kepenek / bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin