Mehmet Barlas: Eger Trump ji Ebdî re dibêje General, em jî Bexdadî re bibêjin Mareşal!

Mehmet Barlas: Eger Trump ji Ebdî re dibêje General, em jî Bexdadî re bibêjin Mareşal!

Nivîskarê Tirk Mehmet Barlas di gotara xwe ya îro de amaje kir ku Trump zêdegavîyan dike. Barlas pêşnîyareke ecêb kir û got em jî el Bexdadî re bêjin 'Mareşal'.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nivîskarê Tirk Mehmet Barlas di gotara xwe ya îro de amaje kir ku Trump zêdegavîyan dike û di mijarên ku wan eleqedar dikin de destê xwe sivik digirin lê “terorîstan datînin ser serê xwe.” Barlas pêşnîyareke ecêb kir û got em jî el Bexdadî re bêjin 'Mareşal'.

Nivîskarê Tirk Mehmet Barlas ê rojnameya Sabah a ku nêzîkî hikûmeta serokomarê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan e, piştî kuştina Serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir el Bexdadî dibêje, Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji Serfermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re dibêje ‘General’, naxwa em jî ji el Bexdadî re bejin ‘Mareşal’.

Barlas di nivîsa xwe ya îro di rojnameya Sabah de hat weşandin de dibêje:  “Ez dibêjim. Trump ji terorîstê me Ferhat Ebdî re dibêje ‘Generel’, em jî ji yên wan re bêjin ‘Mareşal’… Ji ber dibe ku sibe rabe û ji serokê FETOyê re jî bêjin ‘xelîfe.”

Serokê Amerîkayê Trump duh ragihandibû ku Serokê rêxistina terorîst ê DAIŞê Ebubekir Bexdadî di encama operasyoneke hevbeş de hatiye kuştin. Trump ji bo wê operasyona kuştina Bexdadî spasîya Rûsya, Tirkiye û Iraqê kir û bal kişand ser alîkarî û piştgirîya hêzên kurd û got, "Ji bo piştgirîya wan spasiya Kurdan û Kurdên Sûrîyê dikim."

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin