M. Salih Qadirî: Ev Şoreşa Hejaran e

M. Salih Qadirî: Ev Şoreşa Hejaran e

Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Buroya Hewlêrê yê Partî Dîmokratî Kurdistan a Îranê (PDK-İ) Mihemed Salih Qadirî xwepêşandanên li Îranê ji Rûpela Nû re nirxandin.

A+A-

Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Buroya Hewlêrê yê Partî Dîmokratî Kurdistan a Îranê (PDK-İ) Mihemed Salih Qadirî da zanîn ku heta niha di xwepêşandanên li Kirmanşan û Loristanê de, 4 kurd jiyana xwe ji dest daye û 10 birîndar û hejmareke zêde jî girtî hene. Qadirî her wiha got heta niha xwepêşandan nêzîkî 30 bajarên Îranê ku Kirmanşan jî di nav de belav bûne û dibe ku wê belavtir bibe lewre di nav 40 saliya dîktatoriya Komara Îslamî heta niha bersiva daxwazên gel nedaye ku di warên aborî, siyasî û îdariyê de pirsgirêkên pir mezin hene. Qadirî got heta niha Komara Îranê bo xapandina xelkê, bi hincetên wekî şerê îran-Iraqê, amborgoyên navdewletî, şerê li dijî DAIŞê û hwd, her caran bi çêkirina dijminên derveyî dixwest pirsgirêkên hundirîn veşêre, daxwazên gel piştguh kirine û kî dengekî derdixist wan bi lîstikên derveyî re sûcdar dikir. Qadirî da zanîn digel ku ambargo 2 sal berê rabûye lê tu tesîr li jiyana xelkê nekir, birçîbûn û belengazî ranebû, êdî taqata ev qas zilm û zordarî, dizîtî û gendeliyan nemabû, gel teqiyan. Her wiha Qadirî got di hûndirû de digel evqas tengasiyên aborî, Îran pere dide Hizbulaha Libnanê, Hûsiyê Yemenê, Heşdî Şaebiya Iraqê û piştgiriya Beşar Esadê dîktator, gelê xwe birçî hiştiye ev sedem giş bûn sedem ku gel bi dirûşmên "Yan azadî yan mirin" "Birûxe Rejîma Komara Îslamî" "Dev ji welatên ereban berdin, me bifikirin" daketin kolanan.

Mihemed Salih Qadirî bale kişand ku di dîroka Îranê de hatiye tecrubekirin wexta rejîma dîktator nexwaze gorankariyê bike di nav gelî de ev potansiyeleke xurt û zindî heye dengê xwe bilind dikin. Lê ya girînd di van xwepêşandanan de ev e ku vê carê gel dibêjin "Birûxe Rejîma îranê" berê digotin "Birûxe Şah". Qadirî got aniha 2 alternatîf hene, an rejîm dê birûxe an jî xwe demokratîze bike ku careke din keda xelkê nikaribe talan bike. Qadirî kirpand ku ev tevger, tevgereke xwezayî ye û ya girîng ev e  ku xwedîderketin hebe û piştgirî jê re divêt nexasim piştgiriya navdewletî lê di vir de ya girîng ev e ku sivîl bibe, tevgerên çekdarî û hizbên siyasî divê jê dûr bibin. 

Qadirî got: "Me wek Partî Dîmokratî Kurdistan a Îranê (PDK-İ), Komela Şoreşgerên Zehmetkêş hem piştgiriyên xwe ragihandin hem daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku piştgirî bidin. Her wiha Sazûmanê Mucahîdinî Xelk jî piştgiriya xwe ragihand. Bes ev tevgereke berfireh e û tevgera gel bixwe ye, lê hewce ye hemû partiyên siyasî bi awayekî hemaheng piştgir bibin.

 

"Ev Şoreşa Hejaran e"  

Mihemed Salih Qadirî çawaniya xwepêşandanan jî nirxand û got ev serhildan ne ku îro destpê bûye, beriya çend mehan weke we di Newrozê de dît, di erdhejê de dît destpê bûbû û li gor çavdêrên siyasî ev, şoreşa hejaran û belengazan e ku sedema wê tunebûna dadperwerî, adaletî, hebûna gendelî, dizî û feqîriyê, bêîşî, bihatî û hwd. 

 

Li cihên neteweyî xwepêşandan zêde belav nebûne"

Qadirî bale kişand ku ji ber ku naveroka xwepêşandanan, pirsgirêkên aborî ye, li cihên neteweyî ango li nav ereban û li cihûwarên kurdan xwepêşandan zêde belav nebûne lê dibe ku ev tevger bibe derfet bo pêşketina xebata netewan. Qadirî got: "Me kongreyek bi navê 'Kongreya Netewên Îrana Federal' heye. Em 5 netew in 12 partî tê de ne ku li ser esasa alternatîfa piştî rejîma Îranê sîstemeke demokratîk û federal dane ber xwe.

Qadirî kirpand heke pirsgirêkeke xurt hebe wê bandoreke gelekî xurt li rejîma Îranê bike.

 

Destê kesî lê nîne!

Li ser pirsa ku hinek kes dibêjin gelo destê Emerîka an Siûdiyan tê de ye Mihemed Salih Qadirî tekez kir ev, tevgereke xwezayî ye û destê kesî lê nîne û got ev gotar bo meşrûiyeta navbirrina vê tevgerê tê bikaranîn ku îran bo veşartina qeyranê hemîşe dixwaze gel bo pirsgirêkên derve ve rakêşe da kemaniyên xwe veşêre. Qadirî got aniha tu partiyek û tu dewletek nîn ku mohra xwe lê bike bibêje ez pêşengiyê dikim û got bo me a girîng ev e em piştgiriya xwe bidin û em bang li hemû aliyan dikin ku xelkê îranê bi tenê nehêlin, xwedî li wan derkevin.

Qadirî da zanîn li bajarên kurdan heta niha tenê li Kirmanşanê û hin navçeyên biçûk xwepêşandan rû dane. Em guman dikin pirişka wê li Rojhelata Kurdistanê jî bike. Qadirî got: "Daxwaza me ev e ku li Rojhilata Kurdistanê daxwaz û gotarên neteweyî derkevin pêş. Ji ber vê em wek partiyên siyasî me daxwaz nekiriye xelk dakevine kolanan, me tenê piştgiriya daxwazên xwepêşanderan kiriye û daxwaza piştgiriya navdewletî jî kiriye. Em çavdêriyê dikin, li gor guherîna rewşê em ê helwesta xwe zelal bikin. Aniha em naxwazin gelê me zêde zirarê bibîne. Weke hûn jî dibînin li 25 bajarên xwepêşandan lê rû dan xelkê zêde zirar nedîtin lê 2 bajarên kurdan de bilezûbez 4 kes hatin kuştin. Lewre, dewlet jî dizane meseleya kurdan bo wan parvekirina serweriyê ye, ne tenê di nêrîna sîstemê de, heta ku di nav opozîsyona Îranê de jî meseleya kurd daxwaza cudahiyê ye, ew bixwe jî dixwazin ev şovenîzma serdest li ser kurdan berdewam bibin.

 

"Jin bi wêrekî beşdar dibin"

Li ser beşdariya jinan jî Qadirî anî zimên beşdarbûna jinan di xwepêşandanan de zêde xuyan e, lewre zilma li jinan 2 qat e, jin hem di warê olî de hem jî di warê dadî de tade li pergalê dibînin û got: "Hejmara jinan %52 ye ku asta rewşenbîrî û xwendebûnê de jin ji mêran bilindtir in. Ji ber wê pir bi wêrekî jin jî beşdarî vê serhildanê bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin