Li Wanê hevserokên Şaredarîya Rêya Hevrîşimê hatin girtin

Li Wanê hevserokên Şaredarîya Rêya Hevrîşimê hatin girtin

Hevserokên Şaredarîya Rêya Hevrîşimê (Îpekyolu) ya Wanê, Azim Yacan û Şehzade Kurt ku 8ê Mijdarê hatibûn destserkirin û ‎li şûna wan qeyûm hatibû danîn, hatin girtin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê roja 8ê Mijdarê serê sibehê polîsên Tirkîyê bi ser çend malan de ‎girtibûn û bi tohmeta “endambûna rêxistina terorê” û “propagandaya ji bo rêxistinê” herdu hevserokên Şaredarîya ‎Rêya Hevrîşimê Azim Yacan û Şehzade Kurt hatibûn desteserkirin.

Yacan û Kurt, piştî doh hatin dadgehîkirin ‎biryara girtina wan hat dayîn û bo Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatin şandin.‎

Dema Şaredarîya Rêya Hevrîşimê ya Wanê di destê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, di 11ê Cotmeha ‎‎2016an de qeyûm bo wê şaredarîyê hatibû danîn.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrên HDPê Azim ‎Yacan û Şehzade Kurt bi wergirtina ji sedî 54.47ê dengan ji alîyê gel ve wek hevserokên şaredarîyê ‎hatibûn hilbijartin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin