Li Venedîkê festîwala fîlman destpêkir

Li Venedîkê festîwala fîlman destpêkir

 Li Venedîkê di dewra vê pandemiyê de festîwala fîlman destpêkir. Festîwal îro bi merasimekî destpêkir. Festîwala Venedîkê festîwala herî kevne û îsal ya 77 ye ku tekirin. Tevî ku weka her sal bi qelebalixî nayê pîrozkirin jî car din rêvebirên festîwalên

A+A-

Festîwal di navbera 2-12 ê êlûnê de têkirin. Rêvebirê festîwalê Alberto Barbera, di destpêka axaftina xwe de got:

“Bo her kesê ku di sektora sînamayê de dixebite, ev peyama hevdestekkirinê û cesaretê ye.”

Serokatiya jûriya festîwalê leystikvana Awûstralyayî Cate Blanchett dike. Cate Blanchett, bo rêvebirên festîwalê mûcîzeyekî afirandine, wan pîroz kir. Blanchett weha got:

“Bo destekê bidim wan kesên ku di şertên zor û zahmet de dixwazin fîlmên xwe temam bikin, tevlî festîwalê bûm. Di dewra pandemiyê de me gelek zahmetiyan dît. 6 meh ez bi mirîşk û berazan re axifîm. Bi sedema ku niha bi mezinan re diaxifim gelek bi heyecanim.”

Di merasima destpêka festîwalê de maske mecbûriye. Bo merasima “xaliya sor” Cate Blanchett leystikvan Tilda Swinton û Matt Dillon tevlî bûn. Jimara dawetvanan hat kêmkirin. Salonên ku fîlm tên nîşandan û merasim tên kirin, berya beşdarvan bikevin salonan agirê wan tê pîvandin, maske û di navbera kursiyan de mesafe zêde heye.

Di merasimê de bo leystikvana Brîtanî Tilda Swintonê xelata “serkeftinê ya heya bi heyayê” hat dayîn. Bo xelata festîwalê ya herî mezin bo “Şêr ê Zêr” wê 18 fîlm bikevin pêşbirkê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin