Li Tirkiyeyê “Bêhn li rojnamegeran çikandine"

Li Tirkiyeyê “Bêhn li rojnamegeran çikandine"

.

A+A-

Li gorî rapora Expression Interruptedê di mehên Gulan û Hezîranê de 109 rojnameger hatine dadgehkirinû 9 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran birîne. Tundkariya polîsan a li diji rojnamegeran û astengî her diçe zêdetir dibe ku êrîşî herî hindik 5 rojnamegeran kirine.

 

Expression Interruptedê duyem rapora xwe ya bi navê “Rojeva Azadiya Çapemeniyê û Xweîfadekirinê” weşandiye. Expression Interrupted di bin banê Platforma Rojnamegeriya Serbixwe (P24) de karên xwe dike.

Daneyên di raporê de cih girtine ji dozên ku platform wan dişopîne û çavkaniyên vekirî hatine berhevkirin û yên meha Gulan û Hezîranê ne.

Di van mehan de Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê yê ji meha Kanûna Paşiyê ve girtî bû û Cûma Aslan û Erkan Acarê ku ji Tîrmeha 2016an ve girtî bûn, serbest bûne.

Raporê diyar kiriye ku bi azadbûna van rojnamegeran hejmara rojnamegerên girtî daketiye 65an lê di serê salê de ev hejmar 87 bû.

Lê digel ku hejmara rojnamegerên girtî kêm bûye zextên darazî yên li ser medyayê sivik nebûye. 17 rojên ku di meha Gulanê de ji ber Covid-19ê derketina ji derve qedexe bû ne tê de, di van mehên navborî de dadgehkirina rojnamegeran dewam kiriye. Lêpirsînnameyên nû ji bo rojnamegeran hatine amadekirin û dozên nû li wan hatine vekirin.

Di mehên Gulan û Hezîranê de 109 rojnameger di 51 dozên cida de derketine pêşberî heyetên dadgehan. 9 sal û 8 meh û 2 roj cezayê girtîgehê li rojnamegeran birîne. Doz herî hindik çar rojnamegeran vekirine, lêpirsînname ji bo şeş rojnamegeran amade kirine. Herî hindik 3 rojnameger desteser kirine.

Tundkariya polîsan zêde bûye

Li gorî raporê di van mehan de tundkariya polîsan a li dijî rojnamegeran zêde bûye. Her weha rojnameger bêhtir hatine astengkirin. Di van her du mehan de kesên sivîl herî hindik êrîşî 5 rojnamegeran kirine.

Di dawiya meha Nîsanê de Midûriyeta Giştî ya Emniyetê biryar dabû ku nabe di dema çalakiyan de dîmen û dengên polîsan werin tomarkirin. Piştî vê biryarê polîsan midaxele li gelek rojnamegeran kirine ku dixwestin çalakiyan bişopînin. Ji ber heman biryarê polîsan di çalakiyên 1ê Gulanê û 26ê Hezîranê Meşa Rûmetê de tundkarî li çalakvanan û rojnamegeran kirine û ew asteng kirine.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin