Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza xwezayî ya nêzîkî milyonek aboneyan hat qutkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza xwezayî ya nêzîkî milyonek aboneyan hat qutkirin

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel bihakirina nirxê gaza xwezayî, hejmara kesên gaza xwezayî li ser wan tê qutkirin jî zêde dibe û beşeke zêde ya welatiyan nikarin heqê fatureyên xwe di dema xwe de bidin. Li gor amarên Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê,  li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 8 mehên destpêkê yên sala 2021ê de ji ber ku deynê xwe yê gaza xwezayî di dema xwe de nedane, gaza xwezayî ya nêzîka milyonek aboneyan hatiye qutkirin. 

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Nihat Yeşîl derbarê wan kesên ku faturayên xwe yên gazayî xwezayî di dema xwe de nedane û ji ber vê yekê gaza xwezayî li ser wan hatiye qut kirin, pêşniyarpirsek arasteyî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatih Donmez kir.

Fatih Donmez di bersiva xwe de eşkere kir ku di sala 2020an de gaza xwezayî ya 779 hezar û 274 aboneyan ji ber di dema xwe de faturêyên xwe nedane hatiye qutkirin. Li gor Donmez, ew hejmar di 8 mehên destpêkê yên sala 2021an de gehiştiye 914 hezar û 193 aboneyan.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê amaje bi wê yekê da ku di sala 2020an de dijî 53 hezar û 132 aboneyan ji ber ku deynê xwe yê gaza xwezayî nedane karûbarên yasayî hatine destpêkirin, lê ev hejmar di 8 mehên destpêkê yên sala 2021an gehiştiye 48 hezar û 756 aboneyan. 

Parlamenterê CHPê Nihat Yeşîl da xuyakirin ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî piştî 3 mehan bersiva pirsa wî da û got: “Ji destpêka salê ve baca li ser gaza xwezayî ji sedî 25 hatiye zêdekirin. Di vê serdemê de ku welatiyên Tirkiyê di rewşek giran re derbas dibin, li şûna çareserkirina pirsgirêkên wan, roj bi roj bacê zêde dikin û mafê xelkê dixwin.”

Ev tenê amarên sala 2021an e. Bi destpêka sala 2022an Kompanya Veguhastina Petrolê ya Xetên Boriyan (BOTAŞ) di daxuyaniyekê de ragihand ku ji 1ê Çileya 2022an û şûnde nirxê gaza xwezayî ya ku di xaniyan de tê bikaranîn ji sedî 25, nirxê gaza xwezayî ya di saziyên bazirganî û pîşesaziyê de tê bikaranîn ji sedî 50 û nirxê gaza xwezayî ya di hilberîna elektirîkê de jî tê bikaranîn ji sedî 15 hatiye zêdekirin. Eger heye piştî vê bihakirina di gaza xwezayî de hejmara kesên nikaribin fatureyên xwe yên gaza xwezayî bidin di sala 2022an zêdetir bibe. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin