Li Tirkiyê di 5 mehan de zêdeyî 47 hezar esnafan îflas kirine

Li Tirkiyê di 5 mehan de zêdeyî 47 hezar esnafan îflas kirine

.

A+A-

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara esnafên ku dest ji kar berdane yan îflas kirine gihişte 24 milyonî û di 5 mehên îsal de jî li gor heman dema sala borî bi zêdebûna ji %18 derket 47 hezar û 128 esnafan.

Li gor amarên UYAPê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara dosyeyên îflasê 23 milyon û 779 in û di 17.5 salên dawî de 2 milyon û 145 hezar esnafan cihê karê xwe ji ber zêdebûna fatureyên elektrîk, gaza xwezayî û xerciyan girtine.

Konfederasyona Esnaf û Pîşesazan a Tirkiyê (TESK) jî ragihandiye ku di 17.5 salên dawî de hejmara esnafên îflaskirî gihiştiye 2 milyon û 144 hezar û 766 esnafan.

Li gor amarên fermî li Tirkiyê 2.5 milyon esnaf hene û nêzîka 7 milyon û 500 kes kar dikin. Lê ji ber rojane zêdebûna nirxê madeyên enerjiyê û xerciyan esnaf neçar dimînin dest ji kar berdin.

Li kargehên biçûk û ên navîn jî deyn zêde bûne û krediya KOBI (Kargehên biçûk û navîn) ji Nîsana 2022ê ve bûye 62 milyar û 407 milyon lîre. Herwiha hejmara kargehên ku ji ber deyn tên şopandin jî gihiştiye 300 hezaran.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin