Li Tirkîyê di 30 saetan de 5 polêsan xwe kuştin

Li Tirkîyê di 30 saetan de 5 polêsan xwe kuştin

.

A+A-

 Li Tirkiyê di nava 30 saetan de 5, di nava 10 rojan de bi giştî 10 polîsan xwe kuştin.

Li Tirkiyê di sala 2021'an de 100 polîsan dawî li jiyana xwe anî. Di nava 30 saetên dawiyê de 5, di nava 10 rojên dawiyê de jî bi 10 polîsan xwe kuşt.

Li gorî agahiyên ku Serokê Giştî yê Sendîkaya Polîsan Emniyet-Senê Faruk Sezer parve kiriye, di nava 30 saetên dawiyê de 5, û di nava 10 rojan de jî 10 polîsan dawî li jiyana xwe anine. Faruk Sezer li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wiha ev agahî parve kirine:

"Raya giştî ya rêzdar; mixabin di nava 30 saetên dawiyê de 5 hevalên me dawî li jiyana xwe anîne. Hevaleke me ya jin jî xwestiye xwe bikuje lê şikir ji xwedê re nemiriye û niha tê dermankirin. Di nava 10 rojan de 10 hempîşeyên me xwekuştine."

Serokê Emniyet Senê Faruk Sezer, van agahiyan bi hashtaga "PolîsXweDikujin" de parve kir.

Di berdewama parvekirinên xwe yên li ser hesaba medyaya civakî de jî Faruk Sezer ev tişt nivîsandin:

“Li gorî tespîtên me, mixabin di sala 2021'an de 100 hempîşeyên me xwe kuştine û dawî li jiyana xwe anîne. Ev rêjeya herî mezin e ku heta niha em pê dihesin û dizanin."

Sezer bang li rayedaran kir ku dawî li van xwekuştinan bînin û ji bo vê yekê jî rewş û aramiya polîsan bê başkirin. Her wiha derbarê mijarê de û sedemên xwekuştina polîsan de jî raya giştî jî bi awayeke zelal bê agahdarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin