Li Tirkiyê di 2 rojan de 24 kesan canê xwe ji dest dane

Li Tirkiyê di 2 rojan de 24 kesan canê xwe ji dest dane

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tenê di du rojên destpêkê yên betlaneya Cejnê de 24 kesan canê xwe ji dest dane.

A+A-

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tenê di du rojên destpêkê yên betlaneya Cejnê de 24 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber bûyerên trafîkê di rojên cejnê de heya niha 24 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di rojên În û Şemiya bihorî de, li seranserê Tirkiyê, ji ber bûyerên trafîkê 24 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de li ser cejna Qurbanê, amaje bi wê yekê da ku bêyî agahdarî, otubusên rêwiyan têne çavdêrîkirin, herwiha ji bo ku xweşiya cejnê ji bo welatiyan nebe xem û nexweşî, hemû rêkarên ewlekarî yên pêwîst hatine wergirtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin