Li Tirkiyê 193 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê 193 kesên din bi Koronayê mirin

.

A+A-

Li Tirkiye 193 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û bi hezara kesên din jî pê ketin.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 2 Kanûnê yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar 690 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 513 hezar û 656 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar 821 nexweşên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 414 hezar û 141 kesan.

Li gorî amarên han, ji duhî de 193 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 14 hezar û 129 kesan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin