Li Swêdê di nava du salan de 14 xortên Kurd hatine kuştin

Li Swêdê di nava du salan de 14 xortên Kurd hatine kuştin

Li gor amarên polîsê Swêdê, tenê îsal li Stokholmê 9 bûyerên kuştina xortan qewimîne

A+A-

Li gor amarên polîsê Swêdê, tenê îsal li Stokholmê 9 bûyerên kuştina xortan qewimîne
Stokholm (Rûdaw) – Li Swêdê kuştina bi destê çeteyan berdewam e. Polîs amareke nû li ser zêdebûna bûyerên kuştinê belav kir, li gor lipeyçûneke Rûdawê tawanên bi vî rengî derbasî welatê Fînlandê jî bûye.
 Dîden ku xortekî Kurd bû, meha derbasbûyî li Swêdê ji aliyê komekê ve hat kuştin. Her çiqas heval û çend nasên Dîden dibêjin tevlî çeteyan bûbû, lê malbata wî vê îdiayê qebûl nakin.
 Pismamê Dîden Çiya Hacî diyar kir: “Dîden ji bilî dibistan û hinek caran sînema û derketina derve, tiştekî wî tine bû, heta alkol jî venedixwar, kesekî bê pirsgirêk bû, kuştina wî tenê ji bo tirsandina malbatên vê deverê ye.”
 Dîden li gel hevalekî xwe yê ji taxên başûrê rojavayê Stokholmê hat kuştin, lê Çiya Hacî red dike ku tevlî çeteyan bûbe ku li wê deverê gelek çete hene. Çiya diyar kir: “Tevlîbûna wî ya bi wan karan, esl û esasa wî tine.”
 
Kurdek serokê çeteyê ye
 Sala derbasbûyî xortekî Kurd li Swêdê hat kuştin, polîs wisa ragihand ku ew xort bi şaşî hatiye kuştin, lê piştre derket holê ku kuştina wî xortê Kurd, tolhildana kuştina xortekî biyanî bûye bi destê komeke Kurdî.
 Amanc navê daxwazkiriyê yek ji endamên wan koman e ku li yek ji taxên bakurê Stokholmê navê xwe weke çete derxistiye. Rûdaw karî bi rêya sermayedarekî Kurd ku ew kom ji gotina wî dernakevin, Amanc bide axaftin, lê wî red kir ku ew çete bin û got: “Em tenê xortên Kurd ji gefên çeteyan diparêzin.”
 Amanc ji aliyê polîsan ve daxwazkirî ye, lewma bi wî mercî razî bû biaxive ku ne wêneya wî were kişandin, ne jî dengê wî were tomarkirin. Amanc ku 28 salî ye, xelkê Başûrê Kurdistanê ye û di zaroktiya xwe de li gel malbata xwe hatiye Swêdê.
 Amanc diyar kir: “Gef û destwerdana li jiyan û şerfiroşî, em tûşî wê yekê kirin ku em rûbirûyî wan bibin, em xortên ku dibin armanca wan grûpan diparêzin, em ne çete ne û belasebeb şerê kesekî nakin.”
 Her çiqas navê Amanc û koma wî wisa derketiye ku li hember parastin û neşewitandina mal û dukanên sermayedaran pereyan werdigrin, Amanc red dike ku ev karê wan be û dibêje: “Ti car me tiştekî wisa nekiriye, berevajî wê, me gelek cih ji gefan parastine.”
 Hemû kes û kom di dema wergirtina pereyan de gotinên bi vî rengî dibêjin, bi navê ku cihên wan ji komên din diparêzin. Amanc dibêje: “Mebesta me pere nîne.”
 Amanc ku xwendina zanîngehê berdaye, ji karê xwe poşman nîne, lê gelek bêzar e, ew dibêje "min ti car nexwest jiyana min bi vî rengî be, lê rastiya jiyanê ez tûşî vê yekê kirim û eger mebesta min a sereke pêk were, dûr nîne ku ez xwe radest bikim".
 Herwiha destnîşan kir: “Em li pey kuştina kesekî nînin, lê em kesên ku gefê li xortên me dixwin efû nakin, hemû wan kesên ku destên wan bi xwîna xortên me sor e, armanca me ne.”
 Amanc behsa pêkhate û şiyana koma xwe dike û dibêje: “Çekên me hene, pereyên me hene, bi dehan xort li gel me ne û ez weke Kurdekî serperiştiya wan dikim, Ereb, Tirk û Suryanî jî li gel me hene, ti car ji gotina min dernakevin, amade ne ku xwe ji bo min bidin kuştin.”
 Li Swêdê mijara wan koman gelek zû dibin rojev, gelek çalakvan û rayedar sedema serîhildan û berdewambûna wan koman weke tinebûna xizmetguzarî û cudakariya li deverên wan destnîşan dikin.
 Wezîrê Navxwe yê Swêdê ji medyaya welatê xwe re ragihandiye: “Komên tundrew ên li Swêdê, diyardeyeke nû ye û zêde bûye.” Ew di wê baweriyê de ye ku dabînkirina pêwîstiyên civakî û zêdekirina xizmetguzariyan, dê bandorê li ser nehiştin kêmkirina tundiyê bike. Metirsiya wan koman înkar nake û dibêje: “Em ji bo nehiştina çavkaniyên darayî yên wan koman kar dikin.”
 
Ji Swêdê bo Fînlandê
 Her çiqas kuştina xortan li Swêdê zêdetir tê dîtin, lê niha we bûyer li welatên cîranên Swêdê jî ber bi zêdebûnê ve diçin. Ji wan Norwec û Fînland, tenê di meha derbasbûyî de, çar bûyerên mirina xortan li Fînlandê qewimîn ku beşek ji wan cihê gumanê ne.
 Roja 25ê Nîsana îsal stranbêjekî Kurd ê bi navê Arî Qeredaxî li bajarê Helsinki di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, lê hinek ji Kurdên li wî welatî, gumana wan ji bûyerê heye.
 Nivîskar û rojnameger Yasîn Teha ku çendîn sal in li Fînlandê ye, dibêje: “Pêkan nîne ku di nav du mehan de pênc bûyerên mirina xortên Kurd biqewimin, gelo ev hemû mirin tewafuq in!”
 Teha amaje bi sedemên çêbûna wan koman dike û dibêje: “Ev welatên Ewropî yên pêşketî wisa li xelkê penaber dikin ku her dem ciyawazî hest bikin, ev jî xortên biyanî bo karên tundî û neyasayî han dide.”
 Di dawiya sala derbasbûyî de xortekî Kurd ê bi navê Şayan li Stokholmê ji aliyê komekê ve hat kuştin, vê jî çalakvanên wî welatî anî ser xetê û biryar dan ku bi hev re rûbirûyî vê diyardeyê bibin.
 Li gor amarên herî dawî yên polîsê Swêdê, tenê îsal li Stokholmê 9 bûyerên kuştina xortan qewimîne. Yek ji wan bûyeran, kuştina du xortan bû li 11ê meha derbasbûyî ku yek ji wan Kurd bû. Bi vî awayî hejmara xortên Kurd ên di nav du salan de li Swêdê hatine kuştin, derket 14 kesan.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin