Li Şirnexê qedexeya hatûçûnê hate ragehandin

Li Şirnexê qedexeya hatûçûnê hate ragehandin

Parêzgeha Şirnex li Bakurê Kurdistanê, qedexe ya hatinûçûnê bo 16 deverên wî bajarî ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Devera Şirnexê ku berdewam cîhê şer û pêkdadanên Gerilayên PKKê û leşkerên Tirkîyê ye, ev hefteyeke operasyona leşkerî ya Tirkîyê têde berdewame.

Parêzgeha Şirnexê di daxûyanîyekê da li navçeya Sîlopî, Cizîr û Elkê ser bi parêzgeha Şirnexê, rewşa awarte ragihand û li 16 deveran hatûçûnên hemwelatîyan hat qedexe kirin.

Di daxûyanîyê de tê gotin, li serî çîyayê Cudî û çîyayên derdora Şirnex û Silopîyê herêmên ewlehîyê ne û rewşa awarte hatîye ragihandin, nabe hemwelatî li van 16 deveran hatûçûnê bikin.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin