Li Şingalê 12 fermangeh nêzikî 4 sal e girtîne

Li Şingalê 12 fermangeh nêzikî 4 sal e girtîne

.

A+A-

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, ji ber wê rewşa ku Şingal tê re derbas dibe, sê rêveberiyên nahiye û qayimqamiyê heta niha dewam nekirine û ew yek jî bûye sedema pirsgirêkeke mezin ji bo karûbarên xelkê Şingalê. Mamosteyek jî dibêje wî di mehekê de sê caran serdana Mûsil, Tilkêf û Duhokê kiriye ji bo pêkanîna karekî xwe yê li fermangehan cîbicî bike.

Xeyrî Xelef ku mamoste ye dibêje, eger ew bixwazin karekî xwe pêk bînin, ew li devera Şingalê bo wan nayê kirin û divê biçin, Tilkêf, Duhok û Zaxo.

Berî 16ê Cotmeha 2017an, 24 rêveberiyên hikûmetê li Şingalê hebûn, ji wê hejmarê jî tenê deriyê 12 rêveberiyan hatin vekirin û karûbarên rojane birêve dibin.

Zêdetir ji 3 salan e jî qayimqamî û sê rêveberiyên nahiyan, ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine girtin û Kargêriya Mûsilê danûstandinê li gel wan rêveberiyan nake.

Berpirsê rêxistina Mafên Mirovan Hamo Hecî dibêje, “ Bi rastî bûye du îdare; yek li Şingalê û yek li Herêma Kurdistanê. Karekî zehmet e bo xelkê me, li vê derê em nikarin nasname ji bo zarokan derxînin, mohr li vê navçeya me nîne, divê em bibin bo Herêma Kurdistanê û em bi vî karî diwestin.”

Hemwelatiyê bi navê Ilyas Cindî yê xelkê Şingalê amaje bi wê dike ku karên wan birêve naçin û dibêje, “Eger dadgeh nebe, rêveberiya regeznameyê nebe, em çawa karên xwe birêve bibin. Ti tiştek nîne û jiyan li Şingalê rawestiyaye.”

Parêzgarê Mûsilê ragihand, piştî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ew bi niyaz in di çend rojên nêzîk de kargêriyeke hevbeş li Şingalê vekin.

Parêzgarê Mûsilê Necim Cibûrî diyar kir, yek ji bendên rêkeftinê ew bû ku polîsê navxwe dosyeya nav Şingalê werbigire û kargêriyeke nû bo Şingalê bê danîn.

Ev yek jî di demekê de ye, 5 meh di ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê re derbas dibin û hê jî yek ji xalên wê rêkeftinê neketiye warê cîbicîkirinê.

Ji ber nebûna kargêriya xwecihî li Şingalê, rojane bi dehan karên xelkê Şingalê birêve naçin û xelk neçar dibe nêzîkî 3 demjimêran bi wesayîtan biçin da ku xwe bigihînin parêzgeha Duhokê û karûbarên xwe pêk bînin.

Tehsîn Qasim (Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin