Li ser sînorên welatên Ewropayê îşkence li koçberan tê kirin

Li ser sînorên welatên Ewropayê îşkence li koçberan tê kirin

.

A+A-

 Li Bosna kampeke demkî ji bo penaberan hatiye avakirin, hejmarek penaberên Sûrî, Iranî û Efxanistanî têde dimînin û di rewşeke xirab de dijîn. Daxwaza wan koçberan ew e ku ji bo kampên fermî bên şandin ji bo ku piştre biçin Ewropa. Li ser sînorê Belarus û Polenda jî hejmareke zêde ya penaberan asê mane, hejmareke mezin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê di nava wan de hene.

Li Kampa Miral a demkî ya koçberan, li navçeya Velika Kladuşa li bakurê rojavayê Bosnayê, koçberên ku niha li wir dimînin, ji ber sermayê û nebûna pêdiviyên sereke yên jiyanê, di rewşeke xirab de dijîn, lê ew naxwazin biçin navendên fermî yên koçberan ku ji aliyê hikûmetê ve hatine çêkirin û li benda derfetekê ne, ji wir derbasî Kirwatyayê bibin û ji wir jî xwe bighînin Ewropayê.

Gelek caran dema hewl dabûn derbasî Kirwatyayê bibin, ji aliyê polîsên wî welatî ve hatibûn girtin û êşkencekirin û careke din bo Bosnyayê hatibûn vegerandin.

Koçberekî Îranî Wehîd dibêje: “Bo dema demjimêr û nîvekê wan li min da, min ji wan re got li min nedin, ji min re gotin, tu dixwazî biçî Îtalya, Almanya û Fransa? Gelekî sivkatî bi min kirin û bi êşkencekirina min kêfxweş dibûn û dikeniyan."  

Li xaleke sînorî ya navbera Polanda û Almanyayê, koçber û penaberên ku pişkinîn bo wan tê kirin, xelkên Sûriye, Iraq, Efxanistan û Îranê ne, berî niha bi firokeyê xwe gihandibûn Minsk a paytexta Belarûsê û ji wir bi qaçaxî derbasî Polandayê bibûn daku xwe bighînin Almanyayê. Dema koçber û penaber derbasî  Almanyayê dibin, ew bo navenda pêşwazîkirinê ya li Eisenhuttenstadt  tên şandin û li wir tên kerentînekirin.

Piştî desteserkirina rojnamevanê rexnegir ê Belarûsî Raman Pratasevich li Belarûsê, Yekîtiya Ewropayê sizayên aborî danîn ser wî welatî. Berpirsên Almanî dibêjin bi şandina koçber û penaberan Bêlarûs dixwaze guşarê bixe ser Yekîtiya Ewropayê daku wan cezayan rake.

Wezîrê Navxwe yê Brandenburg Michael Stubgen dibêje: “Ji aliyekî ve em rûbirûyê pêleke sîstematîk a koçberaiyê dibin, kesê rêkxer li Minskê navê wî Lukashenko ye, ew diktator dixwaze penaberan wek çekekê li dijî Ewropayê bikar bîne.”

Tevî ku Polanda sînorê xwe yê ligel Belarûsa bi danîna têlan tund kiriye, lê dîsan jî koçber û penaber bi rêya qaçaxçiyan di nav daristanan re xwe dighînin wî welatî.

Penaberekî Sûrî Muhemed jî dibêje: “Ez ji Lubnanê çûm Dubai, ji wir jî çûm Belarûsa û hatim vir, ez heft rojan di nav daristanan de bê xwarin mam."

Tenê îsal heta niha 4 hezar û 400 penaber bi rêya Polandayê gihiştine navçeya Eisenhuttenstadt (a Almanyayê, ji meha borî ve jî heta niha nêzîka du hezar û 300 kes gihiştine wir. (Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin