Li ser HDPê û DBPê operasyon

Li ser HDPê û DBPê operasyon

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li 29 parêzgehên wî welatî û di serî de jî li Amed, Wan û Mêrdînê operasyon pêk anîn û li gor zanyariyan, 418 kes di wan operasyonan de hatine desteserkirin.

A+A-

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li 29 parêzgehên wî welatî û di serî de jî li Amed, Wan û Mêrdînê operasyon pêk anîn û li gor zanyariyan, 418 kes di wan operasyonan de hatine desteserkirin.

 

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, hevserokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar hatin dûrxistin.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku ew serokên şaredariyên hersê bajaran bi tohmeta pêwendiya wan bi rêxistina terorê û alîkariya rêxistina terorê ji kar hatine avêtin.

 

Di heman demê de, hêzên polîs li hersê bajaran derdora avahiyên şaredariyê girtine û rê bi hatinûçûna ti kesî bo nav avahiyên wan şaredariyan nadin.

 

Li gel wê yekê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li 29 parêzgehên wî welatî û di serî de jî li Amed, Wan û Mêrdînê operasyon pêk anîne û di encama wan operasyonan de heta niha 418 kes hatine desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin