Li Ruhayê xwîndariyeke din bi aştî bi dawî hat

Li Ruhayê xwîndariyeke din bi aştî bi dawî hat

.

A+A-

Li Ruhayê xwîndariyeke din a di navbera du malbatên eşîra Dugernî de bi aştî bi dawî bû.

Malbatên Kaplan û Bêskî yên ser bi eşîra Dugernî ve li Ruhaya Bakurê Kurdistanê ku li ser bûyerekê xwîndarî di navbera wan de peyda bûbû, li hev hatin.

Rîspî û mezinên herdu malbatan li ser hewldanên rêberê eşîra Dugernî Abdulkadîr Ataş û rîspiyên din ên herêmê, îro li gundê Qelecix ê ser bi navçeya Halîliyê ve, kom bûn.

Jibilî rîspiyên herêmê, Şaredarê berê yê Ruhayê Nîhat Çîftçî, Şaredarê Halîliyê Mehmet Canpolat, Şaredarê Hewengê Suphî Aksoy, Şêxê Naqşîbendî Şêx Zahît û nûnerê Şêx Ehmed Xeznewî di wê kombûnê de amade bûn.

Di wê civînê de ku hejmareke zêde ya xelkê jî tê de beşdar bûn, mezinên herdu malbatan li hev hatin û bi vî awayî, bi aştî dawî li xwîndariya di navbera herdu aliyan de hat.

Abdulkadîr Ataş li ser mjarê ji Rûdawê re ragihand, “Ez spasiya malbatên Kaplan û Erdogan dikim ku em neşikandin û aştî qebûl kirin. Ez hêvîdar im bûyerên wiha nexweş careke din li herêma me rû nedin. Ez dê ji niha pê ve jî li ser fedakariya ji bo aştiya herêmê û xelkê me berdewam bim.”

Xwîndariya di navbera malbatên Kaplan û Bêskî de 35 roj berî niha destpê kiribû, piştî ku di encama şerekî di navbera herdu malbatan de hemwelatiyê bi navê Nîhat Kaplan ê 44 salî jiyana xwe ji dest dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin