Li  Rojavayê Kurdistanê xwendina sala 2019-2020an bi dawî bû

Li Rojavayê Kurdistanê xwendina sala 2019-2020an bi dawî bû

Di daxuyanîyekê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan dawî bi sala xwendinê ya 2019-2020an anîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro roja pêncşemê 28.05.2020an Desteya Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê bidawîbûna xwendinê daxuyanîyek belav kir. Di wê daxuyanîyê de hatîye aşkerekirin hemû xwendekar dê bêne veguhastin bo asta bilindtir li gorî sala xwendinê ya bê ya 2020-2021ê.

Desteya Perwerdeyê herwiha biryar daye ku proseya fêrbûna ji dûr berdewam bike û derbarê xwendekarên bawernameya lîseyê ango  yên herdu herêmên Efrîn û Feratê de dê nirxandin û ezmûn bêne encamdan.

Ev biryar li gorî encamên civîna Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberîya Xweser û sivîl re hatîye dan.

Biryarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberîya Xweser bi vî awayî ne:

Sala xwendina ya 2019-2020an bidawî dibe.

Tevahîya xwendekar û şagirt li gorî astan derbasî sala xwendinê ya bê 2020-2021ê dibin.

Berdewamkirina xwendina online da ku xwendekar kêmasîyên xwe derbas bikin.

Lidarxistina ezmûnên asta amadehî li her du kantonên Efrîn û Firatê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin