Li Qamişlo 3 teqîn çêbûn

Li Qamişlo 3 teqîn çêbûn

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê berî kelîyek 3 teqîn çêbûn û hejmareke kes canê xwe ji dest dane û herwiha hejmareke kes jî birîndar bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Peyamnêra Rûdawê li Qamiş Vîvîyan Fetah ragihand ku berîya niha bi çend kêlîyan li sûka navenda bajarê Qamişlo 3 teqîn çêbûn û du ji wan bi otomobîlên bomeberkirî hatine encamdan.

Vîvîyan Fetah diyar kir ku li gor agahîyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest dane û herwiha 47 kes birîndar bûne.

Bo Nexweşxana Ferman 8 birîndar û bo Nexweşxana Rehmeyê jî 3 birîndar hatine şandin.

Yek ji wan teqînan li bazareke keskayî û fêkî bûye. Teqîneke din li Cadeya Elwehde bû û ya din li nêzîkî Nexweşxaneya Elselam bû.

Peyamnêra me da zanîn ku di encama teqînan de ziyanên mezin gihîşt  mal û milkên sivîlan û herî kêm 5 otomobîle şewitîne û hejmareke dikanên li cihê teqînê jî şewîtine.

Cihê teqînan ji alîyê hêzên asayişa bajêr ve hatine kontrolkirin.

Heta niha ti kes an aliyeke ev teqîn lixwe negirtine. Ji destpêka êrişa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê heta niha sê caran teqînan rû dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin