Li Polonyayê protestoya Peymana Stenbolê

Li Polonyayê protestoya Peymana Stenbolê

Piştî daxuyanîya hukumeta Polonyayê ya li ser vekişîna Peymana Stenbolê, li seranserê welêt xwepêşandan hatine rêxistin.

A+A-

Wezîrê Edeletê yê Polonyayê Zbigniew Ziobro dabû xuya kirin wê 27ê Tîrmehê pêvajoja vekişîna Peymana Stenbolê were destpêkirin.

Li gor agahîyan roja 24.07.2020an piştî vê biryarê gelek hemwelatîyên Polonyayî daketin kolanan.

Li xwepêşandana paytext Varşovayê organîzatorê xwepêşandanê Marta Lempart got “armanç ew e ku tundîya li ser jinê bikin yasayî.”

Xwepêşandan bi dirûşmeya “ji jinê re na ji vîrusê re şer” meşîyan ser komeleyeke piştgirî dide vekişandana peymana Stenbolê.

Peymana Stenbolê 11 Gulan 2011an hatibû îmze kirin û di derheqê tundîya li ser jinê û astengkirina tundîya nav malê têkoşîna li hember van de ye. Polonya 2015an peyman îmze kiribû.

Wezîrê Edeletê yê Polonyayê Zbigniew Ziobro got “peyman li dibistanan zarokan fêrî têgeha zayendê ji xeynî bîyolojîyê civakî û çandî jî dike, loma hewcw nake.” Zbigniew Ziobro daxuyakirin zagonên naxweyî welêt têra tundîya li hember jinan heye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin